Panorama Hefteyê: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê rawestiye

Normalîzekirina Şam û dewleta Tirk a dagirker hinekî sar bûye. LI aliyekî din di hefteya borî de cureyeke normalîzekirinê bi rojava re xuya kir ku Rûsya ji ber wê hişyarî da Enqereyê. Ev destnîşan dike ku derfet heye nêzîkbûna di navbera Enqere û Moskovê de bi dawî bibe.

Panorama Hefteyê: Nêzîkbûna Şam û Enqereyê rawestiye
16 tîrmeh, 2023   04:30
NAVENDA NÛÇEYAN

NÊZÎKBÛNA ŞAM Û ENQEREYÊ WEKÎ KU RAWESTIYAYE

Têkildarî hewldanên normalîzekirina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de rojnameya El Beyan bi manşeta "Nêzîkbûna Şam û Enqereyê wekî ku rawestiyaye" nivîsek weşand.

Di nivîsê de wiha tê gotin: "Piştî serketina serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, hinekan pêşbinî dikir ku rêgeha têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bi lezeke mezin pêk were. Lê di demên dawîn de derket holê ku di nêrînên Enqere û Şamê de gelek cudabûnên berfireh hene, nemaze piştî ku di meha borî de hate ragihandin ku rêgeha Astanayê ya Kazaxistanê hat rawestandin. Li gel vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, gelek pirs li ser rêgeha têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê xwe didin der.”

Balyozê berê yê Sûriyeyê yê li Tirkiyeyê Nîdal Qebelan pêr daxuyand ku eger lihevkirin li ser şertên sereke yên Sûriyeyê; şertê herî girîng derketina Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê çênebe, dê serokê Sûriyeyê Beşar Esed hevdîtinê bi serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re neke.”

LI HELEBÊ ŞER, LI IDILBÊ OPERASYONA EWLEHIYÊ YA BERFIREH

Rojnameya El Exbar der barê rewşa Sûriyeyê de bi maşeta “Li Helebê şer, li Idilbê operasyona ewlehiyê ya berfireh: El Colanî li 'kunê reş' digere” nûçeyek weşand. Di nûçeyê de wiha hat nivîsandin: "Di çarçoveya operasyonên lêpirsînê ên bi çavdêriya dewleta Tirk tên kirin de, baskên ewlehî yên ′Tehrîr El Şam′ vê carê hemleyeke binçavkirinê ya berfireh di nava refên xwe de daye destpêkirin. Hemle li dijî kom û kesayetên fermandar ên ku agahiyên didin aliyên derve û di serî îstîxbarata Amerîkayê de hatiye destpêkirin. Hat ragihandin ku îstixbarata Tirk agahî bi dest xistin ku hin şane ji bo îstixbarata Amerîkayê kar dikin.

Li gorî çavkaniyan, nexşeyên gelek navendên hesas ên Tehrîr El Şam, navên cîhadîstên ne sûriyeyî yên li Idlibê dimînin, lîsteyên bi nivîsa destan ên derbarê sazûmaniya rêxistinî ya Heyet Tehrîr El Şam û komên din, lîsteyên navên çekdarên van koman hatine belavkirin. Guman hene ku El Colanî vê hemleyê ji bo jinûve sazkirina 'Heyet Tehrîr El Şam`a xwe' û tesfiyekirina hin kesayetên ku guman li ser dilsoziya wan heye, bi kar tîne.”

′HEVBENDIYA OPORTUNÎSTAN BI DAWÎ BÛ; ERDOGAN LI DIJÎ PÛTÎN RABÛ′

Der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Rûsyayê 3 nîşaneyên dijderketina serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li hember hevalbendê xwe serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wergirtine û betalkirina serdana Pûtîn ji bo Tirkiyeyê ku dihat payîn meha bê pêk were, wekî bersiveke wê daye. Ev yek dibe ku dawiya ′hevbendiya oportunîstan′ a bi salan dewam kiriye be.

Ruxmî şêwirên di navbera Enqere û Moskovê de yên têkildarî lihevkirina nû ya hinardekirina dexlûdanan bi rêya beravên Deryaya Reş ku dema wê hefteya bê bi dawî dibe, Kremlînê got tu tiştekî nû li ser vê mijarê nîn e.

Ev nakokiya vedigere dema hevdîtina serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky û serokê Tirkiyeyê ya li Stenbolê pêk hatiye. Erdogan di wê hevdîtinê de biryar dabû ku fermandarên tabora Azof ên li Tirkiyeyê dîlgirtî radestî Ukraynayê bike. Erdogan her wiha behsa derfeta tevlêbûna Ukraynayê li NATO′yê kiribû.”

'TEVGERÊN ERDOGAN BÊ KÊR IN'

Têkildarî civîna NATO'yê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Nivîskar û şîrovekara siyasî Serpîl Yilmaz sedemên belgeya muzakereyên tevlêbûna nava Yekitiya Ewropayê (YE) ku Erdogan beriya lûtkeya NATO'yê pêşkêş kiribû, pirsî. Serpîl Yilmaz ev bersiv da: “Ev tevger niyetên Erdogan ên nûkirina zewaca bi rojava re eşkere dike. Niyeta Erdogan ew e ku muzakereyên sekinandî bide destpêkirin da ku Peymana Yekitiya Gumrikê ya ku di sala 1995'an de bi Yekitiyê Ewropayê re îmze kirine, nûjen bike.

Serpîl Yilmaz daxuyaniyên Erdogan ên li ser girêdana navbera erêkirina endamtiya Swêdê ya nava NATO'yê û zindîkirina muzakereyên bi Yekitiya Ewropayê re wek tevgerên bêkêr wesif kir. An dê Tirkiye destê xwe ji yekitiyê rake yan jî dê Erdogan helwesta xwe nû bike da ku pareke mezintir ji keka diravî ya rojava qezenc bike.

Nivîskarê pisporê têkiliyên derve yê Tirk Mehmet Yilmaz jî got ji derveyî hewldanên dezgehên ragihandinê yên AKP'ê ku bêçarebûna Erdogan wekî serketine dîplomatîk nîşan dide, lê ya rast ev e; niyeta Erdogan a tevlêbûnê tune ye. Yilmaz destnîşan kir kesê yekane yê ku bersiva erênî da daxwaza Tirkiyeyê ya vejandina muzakereyên bi Yekitiya Ewropayê re sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg e. Jens Stoltengerg der barê yekitiyê de tu desthilat û erkeke wî nîn e. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî got dosyaya endambûna Swêdê ya NATO'yê û tevlêbûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê 2 mijarên girêdayî hev in. Yilmaz her wiha got: "Deriyê yekitiyê ji sala 2005'an ve ji Tirkiyeyê re vekirî ye û helbet Erdogan jî vê dizane."