ENKS û Saziya Barzanî alavên rewakirina dagirkeriyê li Efrînê

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK'ê dagirkeriya xwe li kantona Efrînê rewa dike.

ENKS û Saziya Barzanî alavên rewakirina dagirkeriyê li Efrînê
16 tîrmeh, 2023   01:20
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  xeta xiyanetê dewam dike û li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd tevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike. Ev tevgkarî di gelek planên li Bakur, Başûr û Rojava de derketin holê û ya herî girîng dagirkeriya kantona Efrînê bû.

Ligel qetilkirin, talankirin, revandin û planên qirkirina etnîkî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî xelkê kantona Efrînê pêk tîne, dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK'ê dixebite da ku dagirkeriya xwe ya li Efrînê rewa bike û hebûna xwe mîsoger bike.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve, dewleta Tirk a dagirker PDK û Encumana Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev yek di dagirkirina kantona Efrînê ya 18'ê Adara 2018'an de eşkere bû. Di wê demê de endamên ENKS'ê artêşa Tirk a dagirker li Efrînê bi germahî pêşwazî kir.

Piştî dagirkirinê jî alavên dewleta Tirk a dagirker an ku ENKS û PDK'ê tavilê dest bi karên xwe kirin. Ji karên ku ENKS'ê li seranserî kantonê kirine, avakirina meclisan bû. Ev meclis li ser hesabê xwîna xelkê kantonê xizmetê ji dagirkeran re dikin. Her wiha propaganda ji dagirkeran re dikirin û wan wekî rizgarkarên herêmê herêmê ji "terorê" destnîşan kirin. Paşê jî ji bo vegera koçberên li kanotna dagirkirî jî propagenda kir.

Di Mijdara 2020'î de ji berpirsên ENKS'ê Ebdullah Gedo serdana kantona Efrîna dagirkirî kir û ji aliyê serçeteyan ve, di nav de Hatim Ebû Şeqra yê komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk anî, hat pêşwazîkirin. Gedo serdana gorên çeteyan jî kir.

Piştî erdheja 6'ê Sibata borî, PDK'ê Saziya Barzanî ya Xêrxwaziyê bi hinceta alîkariyên mirovî alîkariya şand kantonê. Lê îfadeya şandina vê saziyê qebûlkirina dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê ye. Di 19'ê Sibatê de jî saziyê nivîsgehek li bajarê Efrînê vekir û alîkarî da komîteyên ku ji aliyê meclisa Cindirêsê û Efrînê  yên dagirkeran ve hatine avakirin. Çeteyan alîkariyên ku ji mexdûrên erdhejê re hatine şandin, didizîn û her paketeke bi sed dolaran firotin mexdûran.

Piştî çend mehan, saziya navborî bi desteka dagirkeran xebatên xwe fireh kir û navendeke din li Cindirêsê vekir. Sazî pêşkêşkirina hin alîkariyan didomîne da ku wêneya dagirkeran xweşik nîşan bide.

Saziya Barzanî ya Geşkirin û Çandê jî navendeke çandê li Efrînê vekir û plan dike nivîsgehên xwe li Raco, Şera û Mabatayê veke.

Li Efrîna dagirkirî bi fermana MÎT'ê, tevlihevî, sûcên qetilkirin û revandinê ji aliyê dagirkeran ve dewam dikin bêyî ku hesab bê pirsîn. Armanca dagirkeran ji van sûcan şênî bitirsînin û neçarî koçberiyê bibin.

(bb)

ANHA