Ji bo piştgiriya Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li Helebê hate lidarxistin

Kongra Star bi koordîneya PYD`ê ji bo şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdulalh Ocalan, çalakiyeke konvedanê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

15 tîrmeh, 2023   19:36
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Di çarçoveya şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdulalh Ocalan de, Kongra Star bi kordîneya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Îmraliyê, em dê têkoşînê mezin bikin û tecrîdê bi dawî bikin û dagirkeriyê têk bibin ji bo ku azadiya Rêber Apo misoger bikin” çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakî li qada Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ket. Endamên saziyên sivîl û partî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de, endamê Rêveberiya Meclisa Rêveber a PYD`ê Mistefa Hemo axivî û soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rûşîn Mûsa axivî û nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir û diyar kir ku çalakiya wan heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê çalakiya wan berdewam bikin.

Endama Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo jî axivî û got dewleta Tirk bi tecrîdê û siyaseta wê ya dawîn, dixwaze Rêber Ocalan ji gel qut bike.

Hemo bang li her kesî kir ku têkoşînê berdewam bikin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Her wiha endama Rêveberiya Meclisa Perwerdeyê ya taxa Şehîd Robar Qamişlo Zelûx Şêxo Elî axivî û got divê têkoşîn li ser asta fikrî û bedenî xurttir bibe û çiqas zehmetî dijwar bin, paşde gav nevêjin û ber bi serkeftinê ve biçin ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest dikeve.

Di dawiya çalakiyê de, sînevizyonek têkildarî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê hate pêşandan.

Çalakî dê heta 17`ê mehê berdewam bike.

(şx)

ANHA