​​​​​​​Ciwanên şoreşger bi meşeke girseyî tecrîd protesto kir

Tevger û rêxistinên ciwanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke girseyî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan protesto kir û Şoreşa 19'ê Tîrmehê silav kir.

​​​​​​​Ciwanên şoreşger bi meşeke girseyî tecrîd protesto kir
14 tîrmeh, 2023   20:28
HESKEÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Bi rihê 19'ê Tîrmehê dîwarê Îmraliyê hilweşînin, cenga azadiyê ser bixin" meşeke girseyî li bajarê Hesekê li dar xist û ciwanên ji tevahî saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  beşdarê bûn. 

Meş li çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pêk kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.

Meş li ber Parka 4'ê Nîsanê ya taxa Mişêrfê rawestiya û deqeyeke rêz hat girtin. Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Hesen axivî û Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rêber Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê pîroz kir.

Ferhad Hesen bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û got: ''Bi kompoyê xwestin îradeya gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz bişkînin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê tê dikoşe, ji bo vê yekê hewl dan di şexsê Rêbertî de mirovahiyê bişînin."

Ferhad Hesen di dawiya axaftina xwe de banga şopandina xeta şehîdan kir.

Di dawiya çalakiyê de koma Şehîd Serhed û hejmarek hunermend stran gotin, li ber stranan xelekên govendê hatin gerandin.

 (bb)

ANHA