​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Başûr hat pîrozkirin

Bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê merasîmeke girseyî li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin.

​​​​​​​Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Başûr hat pîrozkirin
14 tîrmeh, 2023   20:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê  merasîmek li navçeya Ranya ya girêdayî bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê li dar xist. Merasîm li hola Bitwênî bi beşdarbûna nûnerên gelek rêxistin û partiyên siyasî hat lidarxistin.

Di merasîmê de peyama Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê û çendîn aliyên din hate xwendin.

Peyama Nûnertiya Rêveberiya Xweser ji aliyê Nûnera Rêveberiya Xweser ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwêd ve hate xwendin û di peyamê de wiha hate gotin; “11’emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li hevrê Şehîd Ferhad Dêrik, Şehîd Rîhan û tevahiya şehîdên Kurdistanê pîroz be. Em ê li ser bingeha bêhiqûqî û ezmûna 50 salî ya ramana Rêber Apo modeleke nû ava dikin, ev proje li herêmê bûye mînaka demokrasiyê. Îsal jî di 19’yê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Ranya Bekir Kobanê jî got; “Şoreşa Rojava dihat wateya derbaskirina gelek sînoran, ev şoreş bi piştgiriya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gihişt vê astê. Niha li Rojavayê Kurdistanê gelên Ereb, Suryan û Tirkmen hemû bi hev re ne."

Her wiha Sekreterê Giştî yê Tevgera Rizgariya Demokratîk ya Kurdistanê Abdullah Nazenîn jî axivî û wiha got; “Di van 11 salan de ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê derketiye, gelê Kurd gelek şehîd û qurbanî dan. Her wiha malên bi hezaran malbatan hatin şewitandin, derbederkirin û koçberkirin. Em têkoşîna şervanên li Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hemû hêzên dagirker weke têkoşînek binirx û pîroz dinirxînin. Şervanan karîn rêxistina herî mezin û hovane ya terorîst têk bibin. Lewra em vê yekê em têkoşîna şervanên Rojava ji dil û can pîroz dikin, bejna xwe li ber tevayî şehîdên Şoreşa Rojava û Kurdistanê ditemînîn. Lewra em pêwîst dibînin ku bi beşdarbûna her çar parçeyên Kurdistanê, kongreyek neteweyî ya gelê Kurd bê lidarxistin."

Piştî xwendina peyaman û axaftinan koma govendê ya Rojava li Silêmaniyê bi gerandina dîlanê beşdarî merasîmê bû , piştre koma karate hûnerên xwe peşkeş kirin. Her wiha çendîn çalakiyên din hatin lidarxistin, merasîm bi gerandina dîlan û şahiyê bi dawî bû.