​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir

Li Tebqayê Yekemîn Komxebata Hunera Şêwekariyê bi dirûşma "Bi hezkirina hunerê em bighêjin hev û pêş bikevin" dest pê kir.

​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
​​​​​​​Li Tebqayê Komxebata Yekemîn a Hunera Şêwekariyê dest pê kir
14 tîrmeh, 2023   18:20
TEBQA

Di merasîmê vekirina komxebatê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, meclisên jinan, meclisên leşkerî, tevgerên ciwanan û hejmareke şênî amade bûn.

Endamê Navenda Çandê ya Tebqayê Amir El Înad axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Piştre hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El Elaya axivî û got: "Em vê komxebata ku şêwekar û peykersazên ji tevahî pêkhateyên herêmê anîn gel hev, pîroz dikin. Ev komxebat hevgirtinê nîşan dide û şêwekariyê dide nasîn."

El Elaya bi domdarî got: "Em ji dewletên ku şerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin re dibêjin, hûn çi bikin jî hûn nikarin xeyalên me rawestînin. Em ê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin."

Ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 şêwekar û peykersaz beşdarî komxebatê bûne û di nava 4 rojan de wêneyan xêz bikin.

Komxebat wê çar rojan dewam bike, di dawiyê de dê tabloyên şêwekaran li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê werin pêşandan.

(bb)

ANHA