Rêber Abdullah Ocalan: Berxwedêrek çawa dijî?-2

“Têkoşîneke vî gelî heye û divê teqez bi awayekî serkeftî bê meşandin. Polîtîkayeke mezin a îmhayê heye û divê bê pûçkirin. Em nikarin jiyaneke din wek jiyan bibînin. Ev telîmatek e û ne tenê di 14’ê Tîrmeha 1982'yan de ye, her tim di meriyetê de ye. Ev telîmat şêwaza xebatê û tempoya wê diyar dike. Yekane biryara derbasdar e. Ev meş dê ji her demê bêhtir bibe meşa serkeftinê.”

Rêber Abdullah Ocalan: Berxwedêrek çawa dijî?-2
14 tîrmeh, 2023   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Em beşa 2’yemîn a kurteya nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a sala 1994'an a bi wesîleya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê diweşînin.

‘DIVÊ TÊKOŞÎN Û ŞERÊ GEL TEQEZ BI SERKEFTÎ BÊ MEŞANDIN’

“Çareserî bi mîsogerî ew e ku mirov mîna wan tev lê bibe. Ji ber ku hê jî li ser me polîtîkaya îmhakirinê heye. Heman siyaset û heman xetere didome. Em çima li vir heçku xwe dihelînin? Hevaltiyeke yekser a têkoşînê heye. Her dixebite û dihele. Di vê mijarê de nîqaş jî nabe! Esasê vê, rêgeza vê ev e. Hûn ê wiha hilgirin û hûn ê wiha bijîn. Wateya vê roja biryardayînê ya mezin û hemû biryarên bi heman rengî, ev e. Pratîkbûyîna herî mezin û giran, pêwistiya vê biryarê ye. Hê jî ev wiha ye û dê wiha dewam bike.

Şer û têkoşîneke vî gelî heye û divê teqez bi awayekî serkeftî bê meşandin. Li ser vî gelî polîtîkayeke mezin a îmhakirinê heye û divê were pûçkirin. Partiyê pêşengiya vê yekê kiriye û divê teqez bi rengekî serkeftî bidomîne. Ev tenê bi şer û têkoşîna artêşê dikare were çareserkirin û divê heta dawiyê bi avakirina artêşê bersiv were dayîn. Em nikarin jiyaneke din wek jiyan qebûl bikin. Dev ji van feraset û kêmasiyên xwe berdin, ev biryarek e û di her kêliyê de derbasdar e. Ev telîmatek e ku ne tenê di 14'ê Tîrmeha 1982'yan de, lê her tim di meriyetê de ye. Ev telîmat şêwaz û tempoya xebatê diyar dike. Rih û banga bingehîn û telîmata heqîqî ya partîbûyînê û artêşbûyînê ye.

‘BIRYAREKE MEZIN HATIYE DAYÎN, DÊ BI CIH WERE’

Teqez hûn nikarin bibêjin, ‘ev bang nayê bihîstin, ev bang ji mêj ve hatiye jibîrkirin’, yên ku wiha dibêjin nikarin li ber me bisekinin an jî rahêjin çeka partiya me. Ev biryara mezin hatiye dayîn û dê bi cih were anîn. Tenê ev biryara derbasdar ev û hûn ê vê fêm bikin. Ev biryar heta mirinê ye; biryareke serkeftinê ye. Biryara dawîn û herî zehmet e ku mirovahî bikare bide. Ji bilî tevgerîna li gorî vê û bicihanîna pêwîstiyên wê, ma dê wateya rastiya jiyana we çi be? Ji bilî ku bibe parçeyekî serkeftina wê, ma dê wateya wê çi be?

‘TEQEZ NABE BIDIN BINPÊKIRIN’

Ev biryar di heman demê de biryara jiyana bi berxwedanê û meşa li ser rêya serketinê ya jiyanê ye. Di nava vê partiyê de cih girtin û xeta wê ya têkoşînê ew e ku bê şert û merc xwe tev li biryarê bikin, bêyî ku cudahiya dem an jî temen li ber çavan bigirin. Niha ev biryareke mezin a gel e, biryareke gel a nasnameyê ye, biryara rêbertiyê ye, biryara berxwedanê ye. Tu carî nabe bidin binpêkirin, bi hinceta tu kêmasiyekê nabe were rakişandin, nabe ber bi tunebûnê ve were dehfdan, nikare bê biçûkxistin, qet û qet nabe bibe qurbaniya takekesîtiyê!

Ez bawer dikim ku heta niha min kariye pabendî van biryaran bim. Ez bawer dikim ku me ev gel gihandiye bingeha rastîn a van biryaran û her çi qas sînordar be jî me ew bi pabendî daye jiyandin. Dîsa ez bawer dikim ku her çend sînordar be jî, me partî jî li ber ronkahiya van biryaran zindî hiştiye û me şer kiriye. Ya ku em li vir rizgar dikin, pêwîstiyên ji rêzê yên van wesiyetan in. Ji bo ku armancên wan ên mezintir, hewcehiyên serkeftina teqez bi cih bînim, ez hemû hêza xwe datînim holê. Li hundir û derve çi tişta vê yekê asteng dike, ez bi berfirehî û bi xurtî bi ser de diçim.

‘EV ROJÊN ŞER Û TÊKOŞÎNA MEZIN IN’

Helbet van hemûyan wateyeke xwe heye. Ev rastiya gel e, rastiyeke şer e. Ji bo kesên aqilmend û yên berpirsyariyê pir cidî dibîni, gelek ders û hêzeke mezin heye ku ji vê bigirin. Li ber ronkahiya van biryarên bûne malê partî û gel, diyarnekirina helwestê dibe ku rewşa herî lanetî be ku mirov bikeviyê. Hemû rojên me mîna zincîreyeke van rojên biryardayînê yên dîrokî lê zêde bûne û hatine.

Bersiva herî girîng a van rojan ev e; divê mirov nebe şirîkê sûc ê feraset û helwestên kesên ku bi têgihîştin û helwesta xwe bi nirxên herî bingehîn dilîzin. Ev rojên şer û têkoşîna mezin in. Rojên wiha, derfetê dide her kesî ku xwe paqij bike, heke heta qirikê ketibe nava qirêjiyê jî. Rojên vê yekê ne ku mirov jiyana lanetî ya sedan salan bi derbekê ji ser xwe biavêje. Ev şansekî mezin e.

‘HESABÊN ŞAŞ NEKIN’

Hûn dikarin şîroveya herî baş a tevahiya siberojê bikin. Yên herî azad, herî baş difikirin. Nexwe nebêjin 'şensek ji bo jiyaneke baş hatiye dayîn' û hesabekî şaş li ser vê nekin. Dibe ku hesabên şaş li zindanê çêbin, lê belê, lê binêrin bê ka van hevalan heta niha qet kiriye? Hesabê şaş dibe ku li derveyî welat çêbe, lê belê binêrin ka me hesabekî şaş kiriye? Gelo ji ber ku îhtîmala jiyanê hebû em li serê rûniştin? Ji bilî zafer û serkeftinê me tempo û şêwaza xwe qet xist nava tu guherîneke herî biçûk?

Dijmin bi rojane li zindanan şerê taybet dike, lê ka van hevalan qet xira kir? Li derveyî welêt dibe ku xirabûn gelekî giran be, lê ka me ew kir? Lê hûn ên ku li ser xeta serkeftinê dimeşin û yên ku herî zêde bi dilxweşî pratîkbûna wê bi dest xistiye, hûn çawa dikarin encamên berovajî jê derxin?

Teserûfên takekesî û mayîna derveyî şer û taktîkê, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, gelekî xeternak in ku divê tu carî nekevin nava wan, nedin jiyandin an jî ji bo xwe û derdora xwe biparêzin. Tenê rêgezeke min heye, ev jî berzkirin (qîmetdarkirin) jiyanê ye. Dilsoziya kesên ku min bi vî rengî fêm dikin, yên xwe bi vî rengî didine, rast e.

‘DIVÊ JI HER DEMÊ BÊHTIR BI RENGEKÎ SERKEFTÎ BI CIH WERE ANÎN’

Di bîranîna Berxwedana 14’ê Tîrmehê de careke din dilsozî û tevlêbûn, biryardarî û çalakî li ser vê bingehê tê dayîn. Heta niha gelek soz hatin dayîn, gelek biryar hatin bipêşxistin. Ev biryar ji her deme bêhtir biryareke partiyê ye, biryara gel e, biryara şer e. Divê ev biryar ji her demê bêhtir bi awayekî serkeftî û bi hemû pêdiviyên xwe bi cih were anîn. Divê li dijî astengiyên hundir û derve ji her demê bêhtir bi sebir û înadeke mezin were meşandibn û bikeve pratîkê. Ev biryar dê ji her demê bêhtir rê li ber serkeftinê veke.

Em careke din pabendiya xwe diyarî xwediyên vê doza mezin a berxwedanê û biryardariya hemû berxwedêran, di serî de şehîdan, şehadeta wan, jiyan û têkoşîna dikin ku wek lehiyekê gur dibin. Hem bi kûrahiya analîzkirinê hem jî bi hostahiya analîzên ku serketinê li hemû qadên me yên mîsyonê, bi taybetî jî şerê gerîla, mîsoger dike, em vê fonksiyonel dikin. Û ev dê teqez ber bi serkeftinê ve bibe.

Ev meş dê ji her demê bêhtir bibe meşa serkeftinê.”