Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn

Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Mihemed Xeyrî Dûrmûş li Kobanê hatin bi bîranîn.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Kobanê hatin bi bîranîn
14 tîrmeh, 2023   16:43
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo bîranîna berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin Alî Çîçek, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Mihemed Xeyrî Dûrmûş civînek li dar xist. Civîn bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê biserkevin'' li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî yên herêma Firatê jî di nav de bi dehan şênî beşdarî civînê bûn.

Di bîranînê de mûm li ber wêneyên şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê hatin pêxistin. Paşê sînevîzyonek li ser Berxwedana 14'ê Tîrmehê û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li der barê rola şehîdan de hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.

(bb)

ANHA