Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin

Yekitiya Kekdaran a Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Konferansa xwe ya yekemîn bi dirûşma "Bi ked û yekitiya kedkaran em civaka demokratîk û exlaqî ava dikin" li dar xist.

Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
Konferansa Yekemîn a Yekitiya Kedkarên Helebê hat lidarxistin
14 tîrmeh, 2023   13:58
HELEB

Konferansa li hola Telet Heleb a beşa rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, bi amadebûna karker, berhemdar û nûnerên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat lidarxistsin.

Hevseroka Meclisa Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Zozan Mihemed nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola kedkaran de xwend.

Zozan Mihemed got "Şoreşa Rojava gavên mezin avêtin, lê tevî vê yekê ne rast e ku em bêjin şoreş bi temamî li ser xeta bîrdozî û felsefeya şoreşa civakî bi temamî pêş ketiye. Ji bo serketina şoreşê du alî hene divê werin pêkanîn; yekemîn; divê rola jinan di şoreşê de xurt bike û duyemîn jî felsefeya neteweya demokratîk e."

Rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn jî rewşa siyasî nirxand û got: "Şerê Cîhanê yê Yekekmîn ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ne cûda ye. Her du şer li ser esasê şerê aborî, siyasî, demografîk û têkbirina fikrê demokratîk bûm."

Avaşîn bal kişand ser nameyên gefxwarinê  yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî û wekî xetereyê li ser gelên Rojhilata Navîn bi nav kir û got: "Ji destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn ve hêzên serdest û yên tarî hewl didin projeya demokratîk têk bibin ku wekî xetereykê li ser pergalên xwe dibînin."

Avaşîn Efrîn di dawiya axaftina xwe de bang li jin û ciwanan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin.

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl Zozan Mihemed rapora xebatên du salan a ya Yekitiya Kedkaran xwend. Di raporê de rewşa rêxistinî ya kedkaran, xebatên ku pêkanîne û pêşniyarên hatine kirin, hatin diyarkirin.

Piştre hevserokê Saziyên Civaka Sivîl Ebdulhemîd Mistefa rêziknameya Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwend.

Ji bo pêşxistina karê yekitiyê beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman.

Di dawiya konferansê de hevserokatî û  15 endamên Meclisa Yekitiya Kedkaran hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA