Li Kobanê şanoya “Zîlan” hate pêşandan

Ji bo bîranîna şehîd Zîlan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê şanoya “Zîlan” hate pêşandan.

Li Kobanê şanoya “Zîlan” hate pêşandan
11 tîrmeh, 2023   17:56
KOBANÊ

15 listikvanên koma Şehîd Yekta şano pêşandan. Ehme Muşîd û Necah Îbrahîm, derhêneriya wê kir. Koma Şehîd Çiya şano nivisiye û piştî xebatên du mehan, şano li dika Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hate pêşandan.

Beriya şano were pêşandan, hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî axivî û rola mezin a ku şehîd Zîlan di nivîsandina dîroka jinan û Kurdistanê de lîstiye, silav kir.

Eyşe wiha domand: “Şehîd Zîlan dema ku gelê Kurd dihat qirkirin, canê xwe feda kir. Îro bi hezaran fedaî li ser şopa fikrê Zîlan in. Şehîd Zîlan dîrok guhert. Bi saya wê, jinan cihê xwe di tevahiya qadên jiyanê de girt.”

/ar/uploads/files/2023/07/11/170232_tkhlydaan-llshhydh-zylan-ardh-msrhyh-zylan-fy-kwbany-28129.webp

Der barê şanoyê de derhênerê wê Ehmed Mûşîd got: “Em armanc dikin ku şanoyê pêş bixin, bi rêya wê dîroka herêmê û bûyerên lê qewimîne, destanên şehîdan bidin nasandin. Şanoya îro ji bo bîranîna şehîd Zîlan e ku bi fedakariya xwe dîrok nivisî.”

Têkildarî xebatên di pêşerojê de, Muşîd da zanîn ku ew amadekariyan dikin ku tev li mîhrîcana şanoyê ya li Şehbayê bibin ku dê di Mijdara bê de li dar keve.

Derhênera şanoyê Necah Îbrahîm jî bang li her kesî kir ku tev li şanoyê bibin, tirsa derketina ser dikê bişikînin.

(şx)

ANHA