​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Em soz didin azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin

Jinên Dêrazorê soz da Rêber Abdullah Ocalan ku ew di têkoşîna xwe ya di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de gaveke bi paş de naavêjin.

​​​​​​​Jinên Dêrazorê: Em soz didin azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
12 tîrmeh, 2023   00:20
DÊRAZOR-ÎMÎLÎ SELOM

Der barê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran pê re gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hêrsa xwe nîşan da.

Di vê dawiyê de jî endamê Koseya Rêveber a KCK′ê Sebrî Ok aşkera kir ku dewleta Tirk û rêveberiya girtîgehê nameyên gerxwarinê yên bênav û bênavnîşan radestî Rêber Abdullah Ocalan kirin.

/kr/uploads/files/2023/07/11/182537_-.webp

Li ser mijarê hevseroka Meclisa Sivîl a Dêraorê Şehnaz El Hefel îşaret bi gefên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên li pêş çavên cîhanê kir û bêdengiya hêzên navneteweyî bi dualîteya pîvanan bi nav kir.

′DIVÊ BERSIVA LI HEMBER GEFÊN LI DIJÎ RÊBERTÎ DEH QATÎ BE′

Şehnaz diyar kir ku daxuyaniyn şermearkirinê ji bo bidawîkirina sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têrê nakin û wiha domand: "Ji erka me ye em di çarçoveya bûyerê de bin û bersiva me li hember gefên li dijî Rêbertî deh qatî be."

Şehnaz destnîşan kir ku di çarçoveya serkeftina projeya Rêber Abdullah Ocalan a bi nûnertiya neteweya demokratîk û damezrandina Rêveberiya Xweser û binkeftina rêveçûna normalîzekirian bi hikumeta Şamê re dewleta Tirk gef xwarin.

Şehnaz da zanîn ew li dijî gelên bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in belgeya zextê ye, lê soz da Rêber Abdullah Ocalan ku ew ê heta pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya berxwedan û têkoşînê dewam bikin.

′SIYASETÊN BÊSERÛBER′

/kr/uploads/files/2023/07/11/182550_.webp

Endama rêveber a Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê Îman El Mihêmîd jî wiha got: "Bi gefên qetilkirina li dijî Rêbertî ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve ew hewl dide vîna gelên banga azadî û demokrasiyê dikin biçewisîne."

Îman aşkera kir ku radestkirina nameyan ji Rêbertî rêbazekî ji rêbazên dewleta Tirk pêk tîne, cudatir e û wiha anî ziman: "Ew rêbaz dikevin çarçoveya siyasetên bêserûber ên derexlaqî."

Şehnaz li ser bêdengiyên hêzên navneteweyî li hember doza Rêber Abdullah Ocalan bi şermînî û kiryareke hovane dûrî pransîbên dewletên îdiaya demokrasiyê dikin, bi nav kir.

Şehnaz wiha dawî li gotina xwe anî: "Em jinên Dêrazorê soz didin Rêber Abdullah Ocalan ku li ser metoda wî bimeşin û gavekê jî bi paş ve naavêjin. Em ê bi têkoşînê azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

(fr)

ANHA