`Em dê rêya şehîdan berdewam bikin û fikrê di oxirê wê de şehîd bûne biparêzin`

Şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê, di merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de soz dan ku rêya şehîdan berdewam bikin.

11 tîrmeh, 2023   17:09
MINBIC

Bi dehan şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê, tev li merasîma sersaxiyê ya 3 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Şehîd Heysem Mihemed Eto (Ebû Deham) ku ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, şehîd Hesen Mihemed Nûr Xafûr (Zolvan) û şehîd Salih Mihemed Rebî Mistefa (Salih) ku di 9`ê Tîrmehê de dema mayînek bi erebeyan wan de li Minbicê teqiya, şehîd bûbûn.

Konê sersaxiyê li rex Stada Yunis a rojavayê bajêr. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a MInbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê, rûspiyên êlên herêmê, partiyên siyasî, xetên meclisên bajêr, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, û Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Qanûsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Elî El Ebo axivî û got: “Bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê, em sersaxî didin xwe û malbatên şehîdan. Ew ji bo hêviyê û azadiyê bidin me, ji bo ewlehiyê û jiyaneke baştir ji me re dabîn bikin, çek rakirin û şehîd bûn. JI damezrînerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye. Ew ji damezrînerên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn.”

El Ebo soza şopandina rêya şehîdan û parastina fikr û nameya di oxirê wê de şehîd bûne, da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Arif Balî axivî û soz da ku terorê tune bikin û tola şehîdan hilînin.

(şx)

ANHA