QSD`ê der barê tevgera wan li Dêrazorê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê diyar kir ku agahiyên hin dezgehên çapemeniyê têkildarî tevgera wan li Dêrazorê belav kirine, derewandin. Hêzê got: “Agahiyên belav bûne, spekulasyonên ne rast in û li ser, tu bingeheke rastîn nînin.”

QSD`ê der barê tevgera wan li Dêrazorê daxuyaniyek da
11 tîrmeh, 2023   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên hin dezgehên çapemeniyê belav kirine, bi daxuyaniyekê derewandin.

Agahiyên ku navendê parve kirine wiha ne: “Di rojên derbasbûyî de hin dezgehên ragihandinê agahiyên ne rast li ser tevgera hêzên me li herêma Dêrazorê belav kiribûn û hin medyayên din jî li ser operasyon û cihê îhtîmala hêzên me spekulasyon belav kiribûn. Em piştrast dikin ku hemû agahiyên belav bûne spekulasyonên ne rast in û li ser, tu bingeheke rastîn nînin.

Di rojên derbasbûyî de hêzên me di çarçoveya operasyonên leşkerî yên rûtîn de ji bo parastina asta pêşketina di şerê li dijî şaneyên rêxistina terorîst DAIŞ’ê de û ji bo bidestxistina asteke baştir a ewlehî û aramiyê ji şêniyan re, tevgerên ne awarte li dar xistin bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tedbîrên xwe li gorî asta metirsiyên şaneyên terorîst zêde kirin.

Hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, di çarçoveya xebatên ji bo dawîkirina şaneyên DAIŞ’ê û parastina gel bê kirin, wê di dema pêş de hîn bêhtir çalak bin.”

(şx)