Li Sûdan şer û êrişên hewayî didomin

Li dijî du herêmên li başûrê Sûdanê êrişên hewayî pêk hatin. Li deverên din ên welat jî şerê di navbera artêşê û Hêzên piştevaniya Lezgîn de dewam kir.

Li Sûdan şer û êrişên hewayî didomin
11 tîrmeh, 2023   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Tora El Erebiye El Hedes, şerê di navbera artêaş Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de didome. Li dijî herêmên Ebû Adem û Cebra yên başûrê paytexta Sûdan Xurtomê jî êrişên hewayî pêk hatin. Artêşê li herêmên başûrê bajarê Um Derman jî sewqiyatên leşkerî pêk anîn.

Di encama operasyonên rojane yên artêşa Sûdanê yên li herêmên başûrê Um Derman de, Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji hin navendên xwe paş de vekişiyan.

Li asîmanê herêmê jî tevgera balafirên bêmirov berdewam kir.

Artêşa Sûdanê beriya du rojan gotibû ku hêzên wan ên hewayî tu êriş li Um Derman pêk neanîne û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi topbarankirina herêmên sivîlan tawanbar kiribû.

Di 9`ê Tîrmehê de li dijî bajarê Um Derman êrişên hewayî pêk hatibûn, di encamê de nêzî 22 kes hatibûn kuştin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bobmbebaran şermezar kiribû.

Li gorî rapor û daeyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, di encama şerê li welat de heta niha zêdetirî 2 hezar û 800 kes hatine kuştin, zêdetirî 2.8 milyon kes jî koçber bûne, ji wana zêdetirî 600 kesî berê xwe daye dewletên cîranên Sûdanê.

(c)