Bi çalakiya konvendanê gefên li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin

Li navçeya Girkê Legê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi çalakiya konvendanê gefên li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin
11 tîrmeh, 2023   11:57
QAMIŞLO

Di çarçoveya seferberiya ku ciwanan li dijî gefxwarinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 10`ê Tîrmehê de îlan kiriye, li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişloyê çalakiya konvedanê hat lidarxistin.

Di çalakiya ku dê heta saetên êvarê berdewam bike de, xelkê navçeyê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, meclis û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin.

Di çalakiyê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê Çiya Kurd Mihemed axivî. Çiya Kurd gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wekî kiryarên derexlaqî wesif kirin û got ew kiryar di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelên berxwedêr û ciwanan pêk tên.

Mihemed got: "Em li hember van binpêkirin û kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bêdeng namînin. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bilind bikin."

Endama Meclisa Navçeya Girkê Legê Nesrîn Mihemed jî bang li tevahî gelan kir ku li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tevbigerin û heta xwesteka gelên azadîxwaz ên azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, têkoşînê bilind bikin.

Di bin konê çalakiyê de li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî şerê gel ê şoreşgerî û rola ciwanan di civakê de hatin guhdarîkirin.

(fr/c)

ANHA