​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan

Şehîdên êrişa bombeyî ya duh a li Minbicê bi merasîmekê hatin oxirkirin. Di merasîmê de gerîlayekî HPG'ê yê şehîd jî hat bibîranîn.

​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
​​​​​​​Li Kobanê merasîma 4 şehîdan
10 tîrmeh, 2023   13:08
KOBANÊ

Cenazeyê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Heysem Mihemed Eto (Ebû Deham), şervanên meclisê Hesen Mihemed Nûr Xafûr (Zilovan) û şervanê QSD'ê Salih Mihemed Rebî Mistefa yên ku duh di êrişa bombeyî de li Minbicê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.

Di merasîmê de ku bi hezaran tev lê bûbûn, gerîlayê HPG'ê Ehmed Îbrahîm (Kortan Zîlan) yê di 27’ê Gulana 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, hat bibîranîn.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Diravî ya Herêma Firatê Feryaz Berkel axivî û got: “Destên qirêjî dirêjî karwanekî şehîdên me yên ku ji bo parastina ewlehiya herêmê û cîhanê tê dikoşiyan, kir."

Feryaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku piştevanê sereke yê terorê ye û di nava hewldanan de ye da ku tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne.

Feryaz Berkel di dawiya axaftina xwe de got: "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê dê gelê herêmê li hemberî şerê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser bikeve. Gelê herêmê teqez dikin ku şopdarên ramanê Rêber Abdullah Ocalan e. Gelê herêmê û xwediyê vê xakê ye wê tu carî têk neçe."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed El Cadir soza şopandina xeta şehîdan da.

El Cadir li ser têkoşîna fermandar Ebû Deham jî axivî û got: "Ji desptêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ê şehîd Ebû Dehan di nava gelek pêngavên li dijî rêxistinên terorîst de cih girt. Li Kobanê, Minbic, Tebqa, Efrîn, Heleb, Til Eran, Hol, Şedadê, Reqa û Baxozê de şerê komên çete kir. Tevî ku gelek caran birîndar bû, lê ji xeta têkoşînê tu carî xwe nedida alî."

Piştî axaftinan wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê her sê şehîdan li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.

(bb)

ANHA