Serokkomarê Îranê diçe Afrîkayê

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî sibê diçe Afrîkayê. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ev serdana Reîsî wek destpêkeke nû ya bi welatên Afrîkayê re hesiband.

Serokkomarê Îranê diçe Afrîkayê
10 tîrmeh, 2023   12:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFP`ê, serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî sibê diçe Kenya, Ûganda û Zîmbabwe yên Afrîkayê. Piştî 11 salan ev serdana yekemîn a serokkomarekî Îranê bo parzemîna Afrîkayê ye. Dê serdana Reîsî 3 rojan dewam bike.

Li gorî ajansa IRNA’yê Reîsî dê tevî şandeya karsazan biçe serdanê û dê bi serokê Kenyayê William Roto, yê Ûgandayê Yoweri Museveni û yê Zîmbabweyê Emmerson Mnangagwa re hevdîtinan bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî têkildarî mijarê daxuyanî da û ev serdan wek “destpêkeke nû bi welatên Afrîkayê yên ku bi awayekî cidî girîngiyê didin pêşxistina têkiliyên bi Îranê re” bi nav kir.

Reîsî roja şemiyê jî wezîrê karên derve yê Cezaîrê Ehmed Ettaf pêşwazî kiribû û niyeta Tehranê ya pêşxistina têkiliyên bi Cezaîrê re anîbû ziman.

Ji destpêka îsal de Îranê ji bo normalîzekirina têkiliyên bi gelek dewletên Ereban re û di serî de Erebistana Siûdî û Îmarat, hewl da.

Li aliyê din jî Tehranê têkiliyên bi Pekîn û Moskovê re xurt kirin. Ruxmî dan û standinên neyekser ên bi Washingtonê re jî, têkiliyên Îranê yên bi welatên rojavayî re aloz in.

(c)