Li gundewarên Idlib û Lazîqiyê 9 kes birîndar bûn

Di encama şer û topbarana di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de 9 kes birîndar bûn ku 3 ji wan zarok in.

Li gundewarên Idlib û Lazîqiyê 9 kes birîndar bûn
9 tîrmeh, 2023   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên ′Fetih El Mûbîn′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hawanan nuqteyên hêzên Şamê yên li derdora Eyn El Eşre ya li bakurê Lazîqiyê topbaran kirine, di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Fitêra, Filêfil, Sifohin, Kensefre û Bare yên başûrê Çiyayê Zawiyê topbaran kirin. Di topbaranê de 3 zarok birîndar bûn û çeteyek birîndar bûn.

(fr)