Li Dêrazorê daxuyaniya ji bo Rêber Ocalan: Em ê bêdeng nemînin

Şêniyên herêma rojhilatê Dêrazorê gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Em ê li hember kirinên delweta Tirk a dagirker ên li djiî Rêbertî destgirêdayî nemînin.”

Li Dêrazorê daxuyaniya ji bo Rêber Ocalan: Em ê bêdeng nemînin
9 tîrmeh, 2023   11:40
DÊRAZOR

Bi dehan şênî, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî û saziyên jin û ciwanan ên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li pêşiya Meclisa Herêma Rojhilatê Dêrazorê ya li bajarokê Hecînê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê encamê meclisê Ebdulqehar El Ebid ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Delweta Tirk, dewletên Yekîtiya Ewropayê, Rêxistina Mafên Mirovan û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji rewş û tenduristiya raymarê enternasyonalîst Rêber Abdullah Ocalan berpirsiyar in. Ji bo serbestberdana Rêbertî divê welatên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan tavilê destwerdanê bikin.”

Di dewama daxuyaniyê hat diyarkirin ku şêniyên herêma Dêrazorê dê li hember kirinên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Ocalan destgirêdayî nemînin.

(c)

ANHA