Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan

Di rûniştina duyemîn a Kongreya Ol û Baweriyan de bal hat kişandin ser jinan, astengiyên li pêşiya wan derdikevin, bandora olan li ser wan, çawa jin dikarin li gel ol û baweriyên cuda, biratiyê di nav civakan de xurttir bikin.

Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
Bandora ol li ser jinan, berpirsyariyên wê çi ne bû rojeva Kongreya Ol û Baweriyan
8 tîrmeh 2023   18:05
HESEKÊ

Di Kongreya Ol û Baweriyan de jinan astengiyên çandî, fikrî yên li pêşiya wan derdikevin, rêbazên derbaskirina wan, rola jinan di belavkirina biratiyê de di nav civakan û şaristaniyên berê de, rola jinan di rûniştandina rêgezên biratiyê di nava ol û dîroka nûjen de, nirxên biratiyê û bandora wê li ser jinan, berpirsyariyên jinan çi ne ji bo ku rola xwe ya pêşeng di xurtkirina biratiyê de bilîze, di 3 rûniştandinan de nîqaş kirin.

Endama Meclisa Şêwiriyê ya Jinan a Sûriyeyê Esma Keftaro bi qeyda dîmen tev li kongreyê bû û têkildarî mijara yekmîn a kongrayê behsa çawa civak li jinan dinêre, kir û destnîşan kir ku ji bo jin ji rewşa li ser hatî ferzkirin xilas bibe, şoreşeke fikrî li dar bixe, rastiya jinan zelal bike û li ser asta çapemeniyê şerê ragihandina nebaş a li dijî jinan bike.

Her wiha berdevka Yekitiya Jinên Êzidî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûad Hiso balkişand ser rola pêşeng a jinan di dîrokê de kir û got: “Jin xwedawend bû, bi derketina desthilatê re rola jinan hate paşguhkirin û ji birêvebirina civakê hate dûrxistin, lê belê jin ji bo ku mafên xwe biparêzin di nav têkoşîneke domdar de ye. Bi derketina Fikrên Rêber Abdullah Ocalan re, ev têkoşîn mezintir bû û jin hat guhertin, li şûna jina kole veguherî jineke din ya xwedî roleke sereke di civakê de.”

Endama Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî got: “Şer û aloziyên fikrî û bedenî ji zehmetiyên li pêşiya jinan derdikevin. Sûriye, tecrubeyeke rastîn a vê şîroveyê ye. Li Sûriyeyê ji gelek salan ve şerên fikrî û bedenî hene ku digihêjin asta şerên xwîndar. Helbet herî zêde bandor li jinan dibe.”

Îlham diyar kir ku ji bo sivikkirina bandorên van şer û aloziyan li ser jinan û dehf bidin jinan ku rola xwe di birêvebirina civakê de bilîze, divê şerê fikrên derveyî şer bê kirin, zihniyeta baviksalariyê ya desthilat û li dijî jinan û civakê bi dawî bibe, ji bo balê bikişîne ser doza jinan werşeyên domdar li dar bixe, bernameyên ragihandinê û lêkolînan têkildarî dozên jinan ên ku ji ber wê zihniyetê zehmetiyan dikişînin, çêke.

Îlham wiha domand: “Ji ber berdewamiya heman sedemên di zihniyeta ku hîna otorîter de ye, em nikarin bêjin ku xebatên tevgera jinan li Sûriyeyê bi dest ketine û rola wê ya sereke hatiye vegerandin. Ji bo avakirina civakeke demokratîk ku ji avakirina malbateke demokratîk dest pê dike, hîna xebatên tevgera jinan berdewam in.”

Di rûniştina duyemîn de ya têkildarî rola jinan di belavkirina biratiyê de di nav civakên şaristaniyên berê de, Hevseroka Partiya Sûriya Demokratîk Madlên Xemîs hin xebatên jina asûrî di avakirin û birêvebirina şaristaniyên berê de bi bîr xist û got: “Di şaristaniyên berê de, gelek jinên asûr, pêşengiya şer kirin û bi ser ketin mîna Semîramîs, Şamîran ku bûn sembol.”

Di rûniştandina sêyemîn de jî rola jinan û ciwanan di bicihkirina rêgezên biratiyê di nav civakê de ji aliyê lêkolînera kar û barên jina Şefa Sewan ve hat şîrovekirin. Şefa diyar kir ku jinên ciwan roleke mezin di civakê de lîstiye ji ber ku dînamîka û hêza domdar a fêrbûnê ya civakê ye. Ji erka wê ye ku ji bo avakirina civakeke xwedî exlaq, aliyê din nas dike û wekheviyê diparêze, nede dû parçebûnê û ji hemû ol û baweriyan re vekirî be.

Di vê çarçoveyê de çalakvan Sûad Hiso îşaret bi bandora urf û adetên civakê kir û got ew yek ji astengiyên herî mezin e ku li pêşiya jinan derdikeve.

Xebatên roja yekemîn a Kongreyê îro li Hesekê bi dawî bûn û dê sibe berdewam bikin.

(şx)