`Binpêkirina tenduristiya Rêbertî tê wateya ragihandina şer`

Komîteya Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Tebqayê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember sûcên li Îmraliyên tên kirin bi taybet piştî nameya gefxwarinê yên dane Rêber Abdullah Ocalan, dê bêdeng nemînin.

`Binpêkirina tenduristiya Rêbertî tê wateya ragihandina şer`
8 tîrmeh, 2023   16:38
TEBQA

Endamên komîteyê, saziyên sivîl, leşkerî, rûspiyên êlên Tebqayê li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kom bûn û tev li çalakiyê bûn. Endama komîteyê Şeza El Hisên daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, behsa nameyên gefxwarinên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan hat kirin û hat gotin: “Ev name, li dijî berxwedana Rêbertî ye lê belê li hember wê dê gelên herêmê bêdeng nemînin.

Em ê dersekê bidin dewleta Tirk û her kesê li paş vê komployê. Ev kiryar, mîna ragihandina şerekî demdirêj e ku dê gelên azad ên bi fikrê Rêbertî bawer kirine, bimeşînin.

Bila zordestên ku destê wan di vî sûcî de hene, bizanin ku berteka me dê ne tenê şermezarkirin be.

Gelên herêmê dê bêdeng nemînin, dê di çarçoveya parastina rewa de, tê bikoşin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”

(şx)

ANHA