Têkiliyên Sûdan-Îranê û Iraq rojevên rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da têkiliyên Sûdan-Îranê û rewşa Iraqê.

Têkiliyên Sûdan-Îranê û Iraq rojevên rojnameyên erebî bûn
7 tîrmeh, 2023   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds a Erebî li ser mijarê wiha nivîsand: "Di hevdîtinekê de piştî 7 salan ji boykotkirina her du welatan, wezîrê karên derve yê Sûdanê Elî Sadiq bi hempîşeyê xwe yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahyan re li ser paşxaneya civîna wezîrên karên derve ya Tevgera Bêalî, civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûdanê, El Sadiq alîkariyên mirovî yên Heyva Sor a Îranê ji Sûdanê re di vê demê de pîroz kir û spasiya vegerandina têkiliyên dîplomasiyê di navbera Riyad û Tehranê de kir û got ew ê ewlehî û îstîqrara li herêmê geş bike. Li gorî daxuyaniyê her du aliyan li ser vegerandina têkiliyan di demeke nêz de, nîqaş kir."

′ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ DI NAVBERA YEKITÎ Û PARÇEBÛNÊ DE′

Rojnameya El Ereb li ser rewşa Iraqê wiha nivîsand: "Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî hewldanan pêk tîne da ku komên Çarçoveya Hemahengiyê di hilbijartinên herêmî yên 24′ê Kanûna bê de wek yek blok bimînin. Ji ber ku hin tevgerên di hundirê çarçoveyê de dixwazin şansê xwe di bloka hilbijartina serbixwe de li derveyî hêzên çarçoveyê yên din tecrube bikin. Bi wê re parçebûn û yekitiya Çarçoveya Hemahengiyê bi biryara serokê Tevgera Sedrî Muqteda Sedr ve girêdayî ye.

Çavdêran da zanîn ku tu cudahî di vê mijarê de tune ye, ji ber hevrikê di nava aliyên çarçoveyê de hene, lê dijminahiya di navbera wê û Tevgera Sedrî de hiştiye yek bimîne. Ger Sedr biryar da ku tevgera wî tev li hilbijartinan bibe, dê aliyên hevrik ji biryara cudabûnê vekişin."

(fr)