Ji 2011′an ve êrişên li ser Kobanê nesekinîne

Xelkê Kobanê rojane tevî dengê topbarana dewleta Tirk a dagirker a li dijî gund û taxên bajêr dijîn. Ev êriş 11 sal e nesekinîne.

Ji 2011′an ve êrişên li ser Kobanê nesekinîne
7 tîrmeh, 2023   07:26
KOBANÊ

Çarşemê êrişeke nû li dijî Kobanê pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker qada Newrozê ya li ser Girê Miştenûrê ku bi hezaran Kurd salane şahiya Newrozê li dar dixin, hedef girt. Di encamê de 2 endamên tîma ambulansê birîndar bûn.

Dewleta Tirk cihên pîroz û binirx ên Kurdan bê navber hedef digire. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker di 16′ê Nîsana 2021′ê de mala li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê ku Rêber Abdullah Ocalan di 1979′an de lê maye bombebaran kir.

Dibe ku axaftina di sedsala 21′ê de li ser bombebarankirin û topbarankirina bajarekê tê de bi deh hezaran xelkê heye, xerîb e û ji 11 salan ve binpêkirin nesekinîne. Ew yek krîza wijdanê mirov û dualîteya pîvanên parastina mafên mirovan nîşan dide. Her wiha paşguhkirina hêzên nanveteweyî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyan re û paşguhkirina doza dîrokî ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn aşkera dike.

Kesê li vn sûc û binpêkirinan binêre, dê bibîne ku ev kiryar ji terora li cîhanê hovantirîn e.

Şêniyên Kobanê ragihandibûn ku hikumeta Şamê ji bajêr derxistin û çirûska Şoreşa 19′ê Tîrmeha 2012′yan dest pê kir û bajarê xwe li hember êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û aliyên herêmê parast. Ji ber wan hewl da rewşê bi kar bînin û kantonê dagir bikin. Ji wê demê û heta roja îro ve gund û taxên Kobanê tên topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 2016′an de top, moşek û balafirên bêmirov û şer li dijî kantona Kobanê bi kar tîne. Ev jî asta kîna wê li hember vî bajarî diyar dike, bi taybet piştî planên wê yên bi destê DAIŞ′ê û Cebhet El Nusra yên dagirkirina kantonê bi bin ketin.

Di 2022′yan de 28 caran navenda bajêr û derdora wê bi top û balafirên şer hatin hedefgirtin, her wiha 6 caran jî bi balafirên bêmirov hatin bombebarankirin. Armanca çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ′ê û dewleta Tirk heman bû, ew jî hebûna Kurdan li Kobanê tune bikin û xelkê wê bidin koçberkirin. Şerê avê ku dewleta Tirk li kêlek şerê xwe yê leşkerî pêk tîne vê yekê nîşan dide.

Hevgirtina neteweyî û Kurdistanî her wiha banga Rêber Abdullah Ocalan roleke sereke di têkbirina DAIŞ′ê li Kobanê 2014′an de lîst. Lê ruxmî meyla êrişan ber bi kantonê ve neguhart, lê hevgirtina neteweyî bi awayekî mezin êriş kêm kir. Wê yekê jî hişt dewleta Tirk komkujiyên zêde pêk bîne.

Tevî bangên dubare yên xelk û Rêveberiya Xweser ên bidawîkirina sûcên dewleta Tirk, lê heta niha tu kesî guh neda vê yekê, ji wê zêdetir Koalîsyona Navnetweyî di 2019′an de ji Kobanê vekişîne û hêzên Rûsyayê li hember sûcên dewleta Tirk bê deng bû. Lê xelkê herêmê li hember her êrişekê pişta xwe didin hêzên xwe yên leşkerî (QSD).

(fr)

ANHA