​​​​​​​`Em dê li hember êrişan û planên dagirkeriyê bibin bendeke asê`

Rûspiyên Minbicê gotin dê li pêşiya êrişan û planên dewleta Tirk a dagirker bibin bendeke asê û destnîşan kir ku dê heta dawiyê axa xwe biparêzin.

​​​​​​​`Em dê li hember êrişan û planên dagirkeriyê bibin bendeke asê`
7 tîrmeh, 2023   01:50
MINBIC-ŞÎRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike û komkujiyên herî hovane li dijî xelkê wê pêk tîne.

/kr/uploads/files/2023/07/06/183318_-.webp

Di vê çarçoveyê de, rûspiyê qebîleya Benî Seîd Fehid Şilaş got: “Piştî ku Erdogan di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket, êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Da ku plan û timayên xwe yên osmanî temam bike û herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike û vîna gelê herêmê têk bibe.”

Şilaş diyar kir ku Erdogan, hewl dide ku osmaniyê vejîne û slogana wî dagirkirina Heleb heta Musilê ji bo ku nexşeyên Mîsaqê Millî pêk bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hemû nîşane û agahiyên li ber dest, destnîşan dikin ku ew ewlehiya neteweyî kiriye hicet ji bo ku herêmê dagir bike û armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne.”

Şilaş wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk hîna sûcan li dijî xelkê herêmên dagirkirî, pêk tîne. Navên bajar, qad û gundan guhertin. Alên xwe li ser avahiyan daliqandin. Ziman û diravê xwe ferz kirin. Bi wê tenê nekir, lê belê armanc dike gelê herêmê qir bike.”

Her wiha Şilaş destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina Rûsya û Amerîkayê bi balafirên bêmirov êriş herêmê kir û got: “Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û Amerîkayê berpirsên van êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê ne. Em bang li wan dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin û ji bêdengiya xwe derkevin.”

Fehid Şilaş wiha anî ziman: “Em dê li hember tevahî planên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin û heta dawiyê axa xwe biparêzin.”

/kr/uploads/files/2023/07/06/183340_-.webp

Rûspiyê êla Benî El Esîdî Mihemed Sadiq El Esîdî wiha axivî: “Erdogan, rêbazên bi kirêt bi kar anîn, herî dawî êrişên bi balafirên bêmirov zêde kirin û rasterast sivîln bêguneh kirin hedef. Bi wan êrişan, qanûn û peymanên mafên mirovan binpê kirin.”

El Esîdî got bêdengiya Rûsya û DYA`yê li hember sûcên dewleta Tirk ên li gelê Sûriyeyê, îsbat dike ku lihevkirin di navbera wan de hene, wê teşwîq dikin ku axa Sûriyeyê parçe bike û sûcan li dijî gelê herêmê pêk bîne.

Di dawiyê de El Esîdî wiha got: “Çiqas balafir û çekên wê yên nûjen hebin jî, dê yek bibînin. li ber xwe bidin. Em dev ji axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernadin.”

(şx)

ANHA