Lêgerîna wî ya bênavber xewna hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî

Zêdetirî carekê hewl da bi Rêber Abdullah Ocalan re rûne, dema ev hevdîtin pêk hat, ji xwe re rojbûneke nû hesiband. Li dû xwe serdemên tartî û zordestiyê hiştin ku li ser wî û pêşiyên wî pêk dihatin, qalibê tirsê şikand û li jiyanê vegerî; ev kêliyên han welatparê Ehmed Reşad jiyane.

Lêgerîna wî ya bênavber xewna hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî
7 tîrmeh, 2023   00:17
KOBANÊ

Rêber Abdullah Ocalan di dilê her kesê pê re rûniştiye de bandoreke mezin hiştiye. Heta ku hevdîtin, li cem kesên bi wî re rûniştine bûye bîranîna herî girîng û rojbûneke nû ye. Êdî detayên wê hevdîtinê mîna ku duh e, vedibêjin.

Welatparêz Ehmed Reşad (70) ji gundê Cib El Ferec ê rojavayê Kobanê ye. Birayê şehdî Kêfo ye ku di Berxwedana Kobanê de şehîd bûye. Reşad di salên 80`î de Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêya têkoşerên partiyê nas dike ku civînan ji xelkê re li dar dixistin û ji wan re rojnameya Serxwebûn dixwendin.

/kr/uploads/files/2023/07/06/183221_.webp

Têkildarî wan rojan Reşad got: “Di wan civînan de ku em beşdarê dibûn, ji me re digotin Kurdistanê heye. Lê dagirkirî ye. Dê rojek bê em wê ji dagirkeran rizgar bikin. Gotinên wan hêvî didan me ku me ji demeke dûr ve ji dest dabû. Em bi can û ruh bi tevgerê ve girêdayî ne. Em amade bûn ku di oxira wê de canê xwe feda bikin. Heta îro jî em li ser vê şopê ne.”

Reşad wiha domand; “Sala 1986`an li herêmê xebatên tevgerê zêde bûn. Wê demê ez li Şamê bûm û di çêkirina betonê de dixebitîm. Piştî ku min karê xwe diqedand, tev hevalan derdiketim û me civîn ji xelkê re li dar xist û fikrê Rêber Ocalan belav dikir. Min hewl da ku gelek caran bi Rêber Apo re bicivim. Cara yekê sala 1989`an bû dema çûm herêma Beqa ya Lubnanê. Ez tev li merasîma bîranîna pêngava 15`ê Tebaxê li Akademiya Mehsûm Korkmaz bûm. Hevdîtina duyemîn sala 1990 bû, ev hevdîtin piştî bêrîkirineke mezin çêbû. Ez dîsa li Beqa pê re civiyam. Wê demê perspektîf dan me. Sala 1993`yan dîsa li Helebê min ew dît”

JI BO MIN VEJÎN BÛ

Têkildarî hevdîtina yekemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re Reşad got: “Ji nişkan ve hat. Ew kêlî ji bo min vejînek bû. Kesayetek ne normal bû. Gotinên wî, me coş û kelecan dikirin. Ji nediyara ku em dorpêç kiribûn, em dibirin rastiyê. Ji me re cîhan di çend kêliyan de kurt kir. dîrok ji me re şîrove kir. Bersiva pirsên di mejiya me de dan mîna ku hişê me dixwend.”

Reşad ev li gotinên xwe zêde kir: “Her gotineke wî, ji bo gelên bindest vejînek bû. Di civîna yekemîn de, laşê me lerizî û dema ez ji civînê derketim, bi ramaneke din derketin derve û vegeriyam rêya jiyanê.”

Reşad ev li gotinên xwe zêde kir: “Armanca komploya li dijî Rêbertî, vegerandina gel li serdema tarî ye. Lê komploya wan dereng ma. Rêbertî bi fikr û felsefeya xwe azad e û ji azadîxwazan re mîrasek dagirtî hişt. Tecîrd, berdewamkirina komployê ye. Lê mîna ku komployên berê têk çûne wê têk biçe.”

Reşas bang li gelê herêmê kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin.

Ji 25`ê Adara 2021`an ve, tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin ku ji zêdetirî 25`an salan ve tecrîdeke giran li ser hatiye ferzkirin.

(şx)

ANHA