​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 7-7-2023
6 tîrmeh, 2023   23:00

Zêdetirî carekê hewl da bi Rêber Abdullah Ocalan re rûne, dema ev hevdîtin pêk hat, ji xwe re rojbûneke nû hesiband. Li dû xwe serdemên tartî û zordestiyê hiştin ku li ser wî û pêşiyên wî pêk dihatin, qalibê tirsê şikand û li jiyanê vegerî; ev kêliyên han welatparê Ehmed Reşad jiyane. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên Minbicê gotin dê li pêşiya êrişan û planên dewleta Tirk a dagirker bibin bendeke asê û destnîşan kir ku dê heta dawiyê axa xwe biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Welatiyên Hesekê balkişand ser êşên ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve dikişînin û gotin, rewş dijwartir dibe û êş mezintir dibin, divê hêzên navneteweyî destwerdanê bikin û rê li pêşiya van sûcan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê kar û barên Çînê Amir Temam anî ziman ku Çînê bi vexwendina Natanyahu ya ji bo serdanekê hewl dide destkeftiyeke stratejîk pêk bîne û dixwaze ku cîhanê wekî afîrnera aştiyê û aliyekî bi bandor di aloziyên Rojhilata Navîn de û wekî hevgirkê DYA'yê lê binêre.

Roja duyemîn a Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê li seyrangeha Çeto didome saet di 8:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê sersaxî didin malbata şehîd Idrîs El Hemûd saet di 9:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Şehba û Efrînê bi merasîmekê şehîd Tekoşer Efrîn li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir dikin saet di 16:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA