98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir

Li gel hewldanên Yekitiya Mamosteyan a Helebê ji bo bilindkirina asta mamosteyan û bi hevkariya Meclisa Tenduristiyê û Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê, dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir.

98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
98 mamosteyên Helebê dewreyeke destwerdana lezgîn bi dawî kir
6 tîrmeh, 2023   19:12
HELEB

Yekitiya Mamosteyan a taxên Şêxmeqsûd û Helebê bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê û Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê, dewreyeke destwerdana lezgîn ji du komên mamosteyan re li dar xist. Koma yekemîn hefteyek perwerde dît ku ji 4`ê Hezîranê dest pê kir û 16`ê heman mehê bi dawî.

98 mamosteyên ji pêkhateyên Kurd û Ereb tev li dewreyê bûn. Piştre yekitiyê, Meclisa Tenduristiyê û Yekitiya Pîşeyên Tenduristiyê bi şahiyekê bawernameyên bidawîkirina dewreyê li mamsoteyan belav kirin.

Serokê Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Neşet Zîbat destnîşan kir ku dewre ji bo civakê gelek girîng e.

Hevserokê Yekitiya Mamosteyên Helebê Neşet Hecî wiha axivî: “Me îro dewre bi şahiyekê bi dawî kir û bawername li mamosteyan belav kir.”

Mamosteya bi navê Necla Elî ku tev li perwerdeyê bûye got: “Dewre ji bo me kêrhatî bû.”

Necla wiha domand: “Perwerdekar, gelek agahî bi me re parve kirin. Di aliyê tenduristiyê de bi hûrgulî mijarên dewreyê ji me re şîrove kirin. Em dê jê sûd bigirin û dê di rewşeke awarte de destwerdanê bikin. Em spasiya yekitiyê dikin.”

Mamoste Şukrî Mistefa ku tev li perwerdeyê bûye: “Dewre gelek baş bû. Em fêrî gelek tiştan bûn. Pêwîstiya hemûyan bi mîna van dewreyan heye. Divê her kes fêrî wê bibe.”

Şukrî balkişand ser girîngiya dewreyê û got: “Em hêvî dikin ku mîna van dewreyan dem demê li dar kevin. Fêrbûna destwerdana lezgîn, kêrhatî ye. Mîna van dewreyan, alîkariya me dike ku di cihê pêwîst de, heman destwerdanê bikin. Dewre serkeftî bû û divê dubare bibe ji bo ku her kes sûdê jê bigire.”

(şx)

ANHA