Welatiyên Hesekê behsa zehmetiyên qutkirina avê kir

Welatiyên Hesekê bal kişand ser êşên ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve dikişînin û gotin, rewş dijwartir dibe û êş mezintir dibin, divê hêzên navneteweyî destwerdanê bikin û rê li pêşiya van sûcan bigirin.

Welatiyên Hesekê behsa zehmetiyên qutkirina avê kir
7 tîrmeh, 2023   05:33
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku Serêkaniyê sala 2019`an dagir kiriye ve, ava stasyona Elokê bi deh caran qut kiriye. Wê wek çekekê li dijî xelkê herêmê bi kar tîne. Di encama vê siyasetê de zêdetirî milyonek kes bê av dimînin.

Şêniyên Hesekê neçarin ku ava vexwarinê bi 12 hezar heta 15 hezar lîre ji sahrîcan bikirin. Ev jî barên wan ên malî girantir dike.

Şêniyan diyar kirin ku ji ber qutkirina dubarekirî ya ava stasyona Elokê, êşên wan zêde bûne.

/ar/uploads/files/2023/07/06/180838_mha-nwaf-dwrysh.webp

Welatiya bi navê Meha Newaf Derwîş a ji taxa Kelase got: “Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, em neçarin avê ji sahrîcan bikirin.”

Stasyona Elok li rojhilatê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ye. Avê ji zêdetirî milyonek û nîv kesî re li Hesekê û navçeyên wê, koçberên li kampa Hol, Erîşe û Weşûkanî peyda dike.

Meha diyar kir ku bi zehmetiyeke mezin avê peyda dikin û wiha domand: “Tevî zehmetiyên kişandina avê bi rêya galonan, kirîna wê biha ye. Her 5 bermîl av bi 15 hezar lîre ye. Li gel germbûnê, ev miqdar têra sê rojan nake.”

Meha wiha pê de çû: “Roj bi roj êşên me zêde dibin. Rewş ber bi xirabtir ve diçe. Divê civata navneteweyî bi lez destwerdanê bike û pirsgirêka avê çareser bike. Fişarê li dewleta Tirk a dagirker bike da ku stasyonê bixebitînin. »

Qutkirina avê, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî, sûcek li dijî mirovahiyê ye. Bikaranîna wê wek çekekê di şeran de qedexe ye. NY`yê 10`ê Tîrmeha 2010`an di civîna xwe de biryar da ku ji mafê kesan e ku avê bi dest bixin.

/ar/uploads/files/2023/07/06/180807_kwthr-abd-alrhmn-28large29.webp

Kewser Ebdurehman jî da zanîn ku bi ava şûr serê zarokên xwe dişûn ji ber ku nikarin ava vexwarinê ji sahrîcan bikirin û wiha domand: “Ger bixwazin avê vexwin, em xerciqa xwarinê kêm dikin.”

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê li gorî derfetên li ber destê wê, hewl dide ava vexwarinê ji şêniyên bajêr re peyda bike. Lê van hewldanên wê pirsgirêkê bi temamî çareser nake, ji ber ku sahrîcên avê li bajêr kêm in ku tenê 60 e û nikarin pêdiviyên xelkê bajêr peyda  bikin.

/ar/uploads/files/2023/07/06/180751_aysa-bshar-28large29.webp

Welatiyê bi navê Îsa Beşar jî got rewşa wan gelek zehmet e ji ber ku avê qut e. Beşar bang li NY`yê û aliyên têkildarî kir ku pirsgirêka avê çareser bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku sûcên xwe rawestîne.

Gerînendetiyê, 3`yê Tîrmehê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava stasyona Elokê re, bajarê Hesekê kir herêmeke ku karesat lê heye.

(şx)

ANHA