​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

PYD`ê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û redkirina siyasetên domandina tecrîdê li dijî wî ji aliyê dewleta Tirk ve  xwepêşandanek li bajarê Helebê li dar xist.

​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
​​​​​​​Xelkê Helebê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
5 tîrmeh, 2023   18:26
HELEB

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê taxên Şêxmeqsûd û Helebê ji bo piştgiriya berxwedana Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar xist.

Şênî li pêşiya hola 8`ê Adarê ya li rojavayê taxê, kom bû û dest bi çalakiya xwe kir. Şêniyan heta bi taxa Eşrefiye ve meşiyan.

Li taxê xwepêşandan rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Rêveberiya Nivîsgeh Têkiliyan a PYD`yê Eyşe Hiso axivî.

Eyşe berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav kir û soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, axa dagirkirî rizgar bibe, dê bêwestan kar û xebat bikin.

Her wiha Eyşe diyar kir ku azadiya gelan beyî hebûna ronakbîr û afrînerên fikrê demokratîk a azad temam nabe.

Di dawiyê de Eyşe got serkeftina felsefeya neteweya demokratîk teqez e û bang li her kesî kir ku berpirsyariyê bînin cih û tev li mezinkirina têkoşînê bibin ta ku maf bi dest dikevin.

(şx)

ANHA