ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-7-2023
5 tîrmeh, 2023   23:00

Jinên Ereb sûcên dewleta Tirk a dagirker nexasim ên li dijî jinên pêşeng ên Şoreşa 19'ê Tîrmehê şermezar kirin û destnîşan kirin ku siyasetên tirsandinê yên dewleta Tirk a dagirker dê îradeya wan a şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan têk nebe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîgirê Hevseroketiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser sedema girtina peymangehên taybet ên Reqayê û herêmê eşkere kirin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser û Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide ku fêrkirinê ji bazirganiyê dûr bixe û di vê çarçoveyê de kar û xebatên xwe dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê dê bi dirûşmeya "Bi biratiya olan em nirxên mirovahiyê bi pêş dixin" kongreya xwe ya navneteweyî ya duyemîn li dar bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê kar û barên Rûsyayê Ebdulmesîh Şamî got şerê di navbera serokê koma Wagnerê û Pûtîn de dê di aliyê manewî de bandorê li Rûsyayê û Pûtîn bike, lê guhertineke stratejîk a mezin çênake.

Saziyên çand, huner û şopandina rewşa zarokan bi rêya projeya ‘Şanogeriya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ zarokên şanoger û komên şanoyê yên ji zarokan amade dikin. Di projeyê de de 200 zarok cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda NRLS bi dirûşma “Lozan; rastkirina dozên istiqrar û ewlehiya herêmî” li seyrangeha Çeto ya Hesekê komxebatekê li dar dixe saet di 8:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên serbest ên navîn û amadehî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saet di 8:30`an de dest bi ezmûnan dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kombûna Jinan a Zenûbya 2`yemîn kongreya xwe li Reqayê bi dirûşma “Birêxistinkirin û rêveberiya jinan em civakeke azad ava bikin” li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Sûriya Pêşerojê li hola MSD`ê ya li Hesekê civînekê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Selman Mihemed El Ebdullah li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Idirîs Hesen El Hemûd li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê Hesekê oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda Çandê ya navçeya Dirbêsiyê ji bo vejandina mîrasa çandî li parka Şehîd Zevîn a navçeyê şevbuhêrkek li dar dixe saet di 18 :00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya herêma Cizîrê şahiya îmzekirina pirtûka pêşbirga Nivîskarê Pêşerojê ya Zarokan li Parka Xwendinê ya qamişlo li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA