Çeteyan malbatek tune kir

Di topbarana çeteyên ′Fetih El Mubîn′ a li dijî bajarokê Urm El Kubra ê Helebê de ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin.

Çeteyan malbatek tune kir
4 tîrmeh, 2023   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di topbarana çeteyên ′Fetih El Mubîn′ a li ser bajarokê Urm El Kubra yê li herêmên hikumeta Şamê yên li rojavayê Helebê de moşekek li malekê ket, di encamê de malbatek ji 4 ferdan pêk tê; bav, dayik û 2 zarok hatin kuştin.

Li gorî SOHR′ê, di saetên sibehê de hêzên hikumeta Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ bi hev ketin.

Hêzên hikumeta Şamê de bi çekên giran gundên Fitêra, Filêfil, Sifohin ên li çiyayê Zawiyê yên başûrê Idlibê, gundê Enkawî yê Sehil El Xab ê rojavayê Hemayê topbaran kirin. Li beramber wê jî çeteyên ′Fetih El Mubîn′ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Dara El Kebîr û Melace yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li derdora Sehil El Xab a rojavayê Hemayê û Kebanê yê çiyayê El Ekrad ê bakurê Laziqiyê bi hev ketin.

Duh, li asîmanê çiyayê Zawiyê û Sehil El Xab 6 balafirên keşfê yên Rûsyayê hemwextî topbaranên dualî yên hêzên hikumeta Şamê li derdora Fitêre, Sifohin û Kebanê, geriyan.

(fr)