Komkara Erebî hişyarî da Îsraîlê

Komara Erebî ji ber êrişên li ser Cinîn a Filistînê ku di roja xwe ya duyemîn de dewam dike, hişyarî da Îsraîlê.

Komkara Erebî hişyarî da Îsraîlê
4 tîrmeh, 2023   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Komkara Erebî têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Cinînê civîneke awarte li Qahîreyê li dar xist.

Meclisê hişyarî da û got: "Ya ku li Cinînê diqewime derfetên zindîkirina proseya aştiyê lawaz dike û hewldanên pêkanîna aramî û çareseriyê asteng dike."

Meclisa Komkara Erebî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser Cinînê binpêkirina qanûnên navneteweyî ye û dê encamên wê xirab bin û got: "Binpêkirinên Îsraîlê çareseriya ji bo her du dewletan têk dibe. Çareseriya ji bo her du dewletan bi avakirina dewleteke Filistînê ya xwedî serdestî pêkan e."

Nûnerê Filistînê yê li Komkara Erebî Muhened El Eglûk jî got, êrişên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê li ber çavê cîhanê têne kirin û anî ziman ku têkçûna çareserkirinê ya her du dewletan nîşaneya durûtiya pîvanan e.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişên ji duh sibehê ve, 10 kes hatine qetilkirin, nêzî 100 kes birîndar bûne û rewşa 20 birîndaran giran e.

(bb)