​​​​​​​Êrişa Îsraîlê li Cinînê: 10 kuştî, 100 birîndar

Bîlançoya kuştî û birîndarên operasyona leşkerî ya Îsraîlê ya li dijî kampa Cinîn a Filistînê derket 110 kesan.

​​​​​​​Êrişa Îsraîlê li Cinînê: 10 kuştî, 100 birîndar
4 tîrmeh, 2023   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku bîlançoya birîndaran li Cinînê derketiye 100 kesî û rewşa 20 birîndaran giran e.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê “Wefa”, di operasyona Îsraîlê de 10 kes hatine kuştin. Heyva Sor a Filistînê jî ragihand ku rewşa mirovî li Cinînê xirabtir dibe û koçberî berdewam dike.

Heyva Sor a Filistînê diyar kir ku di encama operasyona Îsraîlê de ku heta niha didome, zêdetirî 500 malbat ji hundirê kampa Cinînê hatine derxistin. Tîmên rizgariyê jî pêdiviyên lezgîn gihandin malbatên koçber.

Îsraîlê ji duşemê de operasyon li dijî Cinînê daye destpêkirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî daxuyaniyek da û got: “Hêzên me bi ser terorîstên li Cinînê de çûn. Hêzên me niha navendên rêveberiyê dirûxînin û gelek çek desteser dikin. Operasyon dê heta ku erk temam dibe, dewam bike.”

(c)