Turnuvaya ‘Wefadariya ji Şehîdên Rojava re′ dest pê kir

Turnuvaya ′Wefadariya ji Şehîdên Rojava re′ ya 3′yemîn a futbolê bi beşdariya 48 tîman li Girkê Legê dest pê kir.

Turnuvaya ‘Wefadariya ji Şehîdên Rojava re′ dest pê kir
4 tîrmeh, 2023   08:34
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Komeleya Helîq a Werzîşê ya Girê ya Girkê Legê ya Qamişloyê bi sponseriya Meclisa Werzîşê ya Herêma Cizîrê Turnuvaya 3′yemîn a ′Wefadariya ji Şehîdên Rojava re′ li ser herêma Cizîrê li dar dixe. Di turnuvayê de 48 tîmên ji bajar, bajarok û gundewarên herêmê beşdar bûne.

Tîmên beşdar dabeşî 16 koman bûne. Tîmên yekemîn û duyemîn li gorî puanan derbasî qonaxa duyemîn dibin. Qonaxên din ên turnuvayê jî li gorî sîstema kî bi bin ket wê derkeve, dewam dikin û tîmê ku bi bin bikeve yekser derdikeve.

Endamê rêveber û berpirsê ragihandinê yê Komeleya Helîq a Werzîşê Remedan Remo da zanîn ku ew di komeleyê de bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê gelek turnuvayên li dar dixin, da ku werzîş li herêmê bi pêş bikeve.

Li Komeleya Helîq bi hevkariya Yekitiya Werzîşê salane 3 turnuvayên sereke li ser asta herêma Cizîrê tên lidarxistin; Turnuvaya ′Wefadariya Ji Şehîdên Rojava Re′, Turnuvaya ′Newroza Mezin′ û turnuvaya taybet ên tîmên gundan.

Remo got: "Îro gelê herêmê bi fedakariyên şehîdan di nava ewlehî û aştiyê de dijî."

Turnuvaya îsal bi beşdariya tîmên Dêrikê, tîmên kantona Hesekê, navçeyên Til Hemîs û Til Koçerê tê lidarxistin.

Perwerdekarê Tîma Cefal ê ji Til Koçerê Xide El Cefal got ew ji bo wefadariya ji şehîdên herêmê re beşdarî turnuvayê bûne, her wiha ji bo hevnaskirinê jî derfetek e.

Perwerdekarê tîma ′Navenda Aram a Werzîşê′ Komar Selîm Silo jî diyar kir ku ev turnuva derfeteke mezin e û beşdariya tê de cihê serbilindiyê ye û got: "Em îro bi seya fedakariyên şehîdan bi ewlehî û aştî dilîzin. Turnuva ji bo temenbiçûkan jî derfeteke baş e.”

Îro dê 3 maç li yarîgehê li dar bikevin.

(fr/c)

ANHA