Rûsya: Me gelek balafirên keşfê yên Ukraynayê xistin xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wan a parastina hewayî li herêma Moskovaya Nû û derdora wê 5 balafirên keşfê yên biçek ên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsya: Me gelek balafirên keşfê yên Ukraynayê xistin xwarê
4 tîrmeh, 2023   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin: “Pergala me ya parastina hewayî li herêma Moskovaya Nû 4 balafirên keşfê yên biçek ên Ukraynayê rûxandine. Li herêma Odintsovo ya li derdora Moskovê jî balafireke keşfê ya biçek bi rêya rêbazên şerê eleketronîk hat xistin.”

Berdevka Wezaretê Maria Zaxarova jî daxuyand ku Ukraynayê hewl daye binesaziyê û balafirgehê bike hedef û got: “Ev kraekî terorê ye.”

Fermandarekî artêşa Rûsyayê jî diyar kir ku balafirên şer ên rûsî yên ji cureya ‘SU-43’ 3 navendên demkî û baregeheke hêzên Ukraynayê yên li Krasno-Limanskê bombebaran kirine.

Ukraynayê jî duh ragihandibû ku hêzên wan hefteya borî li eniyên rojhilat û başûr 37 kîlometreçargoşe vegerandiye.

(c)