Li Bakur û Tirkiyeyê di Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 22 jin hatine qetilkirin û 27 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Tirkiyeyê di Hezîranê de 22 jin hatin qetilkirin
4 tîrmeh, 2023   07:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

‘Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin’ (KCDP) rapora xwe ya tundiya mêran a meha Hezîranê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê parve kir.

Li gorî raporê 22 jin hatine qetilkirin û 27 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî raporê, piraniya jinan ji ber ku xwest dev ji hevserê berdin, ji ber lihevkirinê, têkiliyê û zewacê red kirine hatine qetilkirin, her wiha nehat zanîn ku 13 jin bi çi hincetê hatine qetilkirin.

KCDP’ê têkildarî mirina biguman a 27 jinan jî, anî ziman ku bi pêvajoya pandemiyê re mirina biguman a jinan û xwekuştina jinan pir zêde bûne. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Mixabin mirina biguman a jinan ji cînayetên jinan zehmetir dibe. Divê were eşkerekirin ku gelo jin bi rastî jî bi qezayê mirine, cînayet e tan na, xwekuştin e an neçar mane dawî li jiyana xwe bînin."