Fransayê hejmarek din a jin û zarokên DAIŞ`î vegerandin

Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku wan 35 jin û zarokên ji malbatên DAIŞ`ê yên welatiyên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerandine.

Fransayê hejmarek din a jin û zarokên DAIŞ`î vegerandin
4 tîrmeh, 2023   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihand ku 10 jin û 25 zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, vegerandine Fransayê.

Li gorî daxuyaniyê, zarok radestî saziyên têkildarî lênêrîna civakî, jin jî radestî dadgehan kirine.

Li kampên Holê û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi deh hezaran kes bi cih dibin, ku di nava wan de malbatên DAIŞ`ê yên ji zêdetirî 60 welatan jî hene.

Fransa, ji ber derengmayîna wê di vegerandina welatiyên xwe yên li wan kampan de, di aliyê navneteweyî de rastî rexneyan hatibû.

Li gorî AFP`ê, yekem car di havîna 2022`yan de 16 jin û 35 zarok, dûre di Cotmeha heman salê de beşeke din (15 jin û 40 zarok) vegerandin Fransayê.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê di Çileyê de ragihandibû ku wan 15 jin û 32 zarok vegerandine.

Di daxuyaniya îro ya wezaretê de hat gotin: “Fransayê ji ber hevkariya wê spasiya xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser a Kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.”

(c)