​​​​​​​'Nirxên ku Ereb, Kurdan û gelên din digihînin hev ji yên wan cuda dikin zêdetir in'

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn got nirxên ku Ereb, Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn tînin cem hev, ji tiştên wan ji hev cuda dikin, zêdetir in û destnîşan kir ku dijminê wan gelan ê ku dewlemendiyên herêmê talan dike û bi sedan salan bindestiyê li gelan ferz dike, yek e.

​​​​​​​'Nirxên ku Ereb, Kurdan û gelên din digihînin hev ji yên wan cuda dikin zêdetir in'
4 tîrmeh, 2023   01:27
QAHÎRE - MUHSIN EL MISRÎ

Bi dehan salan e ku dewletên mêtinger ji bo xêr û bêrên gelên herêmê talan bikin, dewletên herêmê li ser esasê neteweyên dijberî hev parçe kirine.

Li gorî çavdêran, êdî pêwîst e aqilmend û rewşenbîrên herêmê li hev kom bibin, rêbazên rizgariya ji cudabûn û parçebûna ku mêtingeriyê li herêmê ferz kiriye, nîqaş bikin, her wiha dûrî sloganên neteweperest, mezhebî û îdeolojîk li lihevkirin û yekitiyê bigerin. Ji ber ku pêkhateyên herêmê dikarin mîrasa xwe ya çandî, şaristanî û dîrokî vegerînin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Behaedîn diyar kir ku axa Rojhilata Navîn gelek şaristaniyên mezin hembêz kiriye û got: “Ji vir şaristaniyên Misirê, Şaristaniya Iraqê ya kevn û ya Fînîkyayî rabûne û hemû olên yekxwedayî lê derketine. Ev jî nirxên mirovahiyê yên li welat û gelên vê herêmê nîşan dide.”

Behaedîn wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bi destpêka mêtingeriya rojavayî re, yekitiya vê herêma ku hemû netewe, etnîk, ol û bawerî dianîn cem hev û hemû îdeolojî û fikir lê hebûn, hat parçekirin. Ev yekitî bi destê hêzên mêtinger ên ku dewlet û gelên herêmê bi rêya peymanên mîna Sykes-Picot û hwd parçe kirine, hat xirakirin.”

′PLANA MÊTINGERIYÊ’

Siyasetmedarê misirî Behaedîn anî ziman ku eger ev nakokiyên heyî û rewşa neqebûlkirina hevdu ya li herêmê dewam bike, dê dewletên herêmê bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimînin û wiha dom kir: “Ger dewletên mêtinger belavkirina dijminahî û kînê di navbera netewe û etnîkên nêzî hev de dewam bikin û têkiliyên biratiyê yên gelan veguherînin têkiliyên dijminahiyê, dê hêza herêm ji hal bê xistin û were tunekirin.”

Behaedîn bi bîr xist ku herêma Rojhilata Navîn xwedî beşekî mezin ji dewlemendî û xêr û berên cîhanê ye, lê ji ber bikaranîna xirab a van dewlemendiyan ku dewletên hegemon dest danîne ser, bi milyonan gelên herêmê di nava xizanî û perîşaniyê de ye û wiha pê de çû: “Di salên dawîn de rejîmên mêtinger bi rêbazên nûjenkirî û bi rêya rêxistinên aborî yên mezin mîna Banka Cîhanê, dewlemendiyên herêmê talan kirin û gelê wê di nava cehalet, paşketin û nexweşiyan de hişt.”

Behaedîn got: "Pirsa xwe li vir dide der ew e; gelo em ê çawa nakokiyên di navbera alî û gelên herêmê de veguherînin faktorên hevtemamkirinê. Em ê çawa şerên di navbera netewe û gelên herêmê de veguherînin çandeke nêzîkî hev; ev çand çi olî yan şaristanî be. Em ê çawa çavkaniyên şer veguherînin herêmên yekitî, hevgirtin û çarenûsa hevpar? Divê ev mijar rojeva hêzên mirovî, ronakbîrî û nîştimanî be. Divê li hember dijminê hevpar girêdayî şertên yekitiyê bin.”

′DIJMINÊ HEVPAR′

Behaedîn di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dibe di navbera Ereb û netewe û gelên din ên herêmê de hin nakokî hebin, lê belê tiştên ku Ereb, Kurdan û gelên din ên herêmê tînin cem hev, ji tiştên ku wan ji hev cuda dikin zêdetir in û wiha dom kir: “Nexasim ku dijminekî me hevpar heye ku dewlemendiyên herêmê talan dike û gelan ji hev dûr dixe. Çi dagirkeriya Fransa, Îngilîz, rojavayî, neolîberal an jî ya Tirk-Osmanî be ku hewl dide xewnên mezinên xwe vegerîne."

Behaedîn hêvî kir ku di rojên pêş de di navbera aliyên dijber ên li herêmê de diyaloga demokratîk bi pêş bikeve û wan ber bi biratî û yekrêziyê ve dehf bide.

Siyasetmedarê misirî Ehmed Behaedîn di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ez bang li hêzên têgihîştî, pêşeng û rewşenbîrên Rojhilata Navîn dikim ku hemû hêzên li djiî dewletên kapîtalîst ên rojavayî tê dikoşin, bînin cem hev û refên wan bikin yek da ku di salên pêş de bikarin berjewendiyên xwe biparêzin.”

(fr/c)

ANHA