Hesekê wek herêma karesatê hat îlankirin

Gerînedetiya Avê ya kantona Hesekê diyar kir ku ji ber qutkirina ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bajarê Hesekê tevî navçe, bajarok û gundên wê wekî herêmên karesatê hatine ragihandin.

Hesekê wek herêma karesatê hat îlankirin
3 tîrmeh 2023   10:36
 HESEKÊ

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Ezîziyê dauxyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê gerînendetiyê Îsa Yûnis ve hat xwendin û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bajar û gundên bê av, êdî mirovan mîna van gotinan bawer nake. Cîhaneke ku parastina mafê hemû zindiyan îdia dike, çawa qebûl dike ku hin bajar bê av bimînin!. Mîna her salê demsala havînê dijwar derbas dibe. Ne ava şêrîn, ne jî ya tehl heye, tenê tîbûn heye. Mirov bi hemû rêbazan li avê digerin. Wek tê zanîn ku hinek kes pêwîstiya xelkê ya avê îstismar dikin û ava qirêj difiroşin wan. Ew ava qirêj bi dest gelek malan jî navekve.”

Di dewama daxuyaniyê de, Hesekê, Til Temir û gundên wan û Kampên Waşûkanî û Serêkaniyê wekî herêmên karesatê hatin îlankirin û hat diyarkirin: “Êdî jiyan bi zehmetî li van deran peyda dibe. Vebijêrkên me kêm in. Pêwîst e çareserî zû bên dîtin û hewldanên aliyên fermî û rêxistinên mirovî bibin yek da ku bandorên vê aloziyê kêm bikin.”

Hat destnîşankirin ku berdewamkirina vê karesatê encama lihevkirina Rûsya, Tirkiye û hikumeta Şamê ye û wiha dom kir: “Dixwazin gelê me bifetsînin û tecrûbeya wî ya demokratîk tune bikin. Mixabin, heta niha Amerîka jî bê helwest e. Ji wê û ji Koalîsyona Navneteweyî tê xwestin ku xwedî helwest bin, ev berpirsiyarî û erkeke exlaqî ye.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Gelek kes û zindî tî ne, pêwîstiya wan bi avê heye. Dewleta Tirk çavkaniyên avê dagir kirine û nahêle ku av bigihîje kesên ku pêdiviya wan pê heye. Nexweş û zarok ne xema wê ne. Ev rewş li pêşiya çavên sîstema cîhanî diqewime.”

(c)

ANHA