Dê MSD ji bo eşkerekirina aqûbeta windayiyan destekê bide

MSD'ê birayra Neteweyên Yekbûyî ya avakirina saziyeke serbixwe ji bo eşkerekirina aqûbeta kesên windayî li Sûriyeyê erênî nirxand û diyar kir ku ew amade ye piştgiriyê bide.

Dê MSD ji bo eşkerekirina aqûbeta windayiyan destekê bide
3 tîrmeh 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYA

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya avakirina saziyeke serbixwe ji bo naskirina aqûbeta kesên windayî yên li Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:

"Em pêşwaziya biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya avakirina saziyeke serbixwe ya ji bo naskirina aqûbeta kesên di nava 12 salên aloziya Sûriyeyê de winda bûne, dikin. Em bi hêvî ne ku ev biryar pêk were da ku êşa xelê Sûriyeyê û alozî bi dawî bibe .

Em vê biryarê pîroz dikin. Ev biryar encamên hewldanên mezin ên saziyên hiqûqî û mirovî ye ku di dirêjaiya salên aloziya Sûriyeyê de ji bo eşkerekirina aqûbeta zêdetirî sed hezaran hatine kirin. Tevî ku ev biryar dereng hate dayîn, lê em wekî gaveke durist dibînin.

Em elaqeya civata naveteweyî ya bi pirsgirêka gelê Sûriyeyê û daxwaza wê ya cidî ya çareserkirinê gelekî baş dinirxînin. Lê hinek dewlet hîna aloziya Sûriyeyê bi rêve dibin û kurtir dikin, destdirêjî li ewlehî û istiqrara wê dikin û ji bo belavkirina tundî û çandina nefretê di nava hewldanan de ne, her wiha destekê didin terorê. Civîna dawî ya li Astanayê mînak e.

Em Meclisa Sûriya Demokratîk vê biryarê pêşwazî dikin. Em amade ne tevahî cûreyên destek û piştevaniyê bidin hemû hewldan û însiyatîfên bi armanca çareserkirina aloziya Sûriye û sivikkirina êşa sûriyayan. Beriya niha Rêveberiya Xweser beyannameya çareseriyê ragihand û biryara darizandina endamên rêxistina DAIŞ'ê da. Biryara darizandinê têrê dike ku di nav de aqûbeta windayan de, gelek rastiyan derxîne holê.

Em bang li civata neteweyî dikin ku van însiyatîfan bi cidiyet bigirin. Em teqez dikin ku eger pirsgirêka rêxistina DAIŞ di hemû aliyan de neyê çareserkirina û vegera bi rûmet a koçberan li warên xwe yên resen neyê mîsogerkirin dê aqûbeta windayan neyên eşkerekirin.

Em diyar dikin ku bêyî beşdarkirina tevahî sûriyayan û bêyî pêkanîna biryarên Neteweyên Yekbûyî çareserkirina aloziya Sûriyeyê nepêkan e."

(bb)