Hewldana kuştina waliyê Qirimê hat têkbirin

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand hewldana kuştina waliyê nîvgirava Qirimê Sergey Aksyonov têk kiriye û got "Ev hewldan ji aliyê îstîxbarata Ukraynayê ve hatiye plankirin."

Hewldana kuştina waliyê Qirimê hat têkbirin
3 tîrmeh 2023   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Ewlekariya Federal a Rûsyayê (FSB) bi daxuyaniyekê ragihand ku mayinek di erebeya waliyê nîvgirava Qirimê Sergey Aksyonov de hatibû bicihkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin hewla kuştina waliyê nîvgiravê ji aliyê îstixbarata Ukranyayê ve hatibû plankirin. Her wiha daxuyand ku kesek hatiye destgîrkirin û di lêpirsînê de ye.

Desthilata Ukraynayê heta niha li ser mijarê tu daxuyanî nedane.

Rûsyayê di sala 2014'an de nîvgirava Qirim îlhaq kiribû.

(bb)