Li herêma Firatê dûpişk û maran bi 71 kesan veda
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê aşkera kir ku di Hezîranê de dûpişk û maran bi 71 kesî vedaye lê tu rewşên wefatê nehatine qeydkirin.
![Li herêma Firatê dûpişk û maran bi 71 kesan veda](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202307/093618_090214_fy-iqlym-alfrat...ashrat-alhalat-bldghat-alaqarb-walafaay.jpg)
Bi zêdebûna germahiyê re, li herêma Firatê mar û dûpişk zêde bûne, bi tayet piştî barana zêde ya tevî birûsk û berfê di zivistan û biharê de. Di encamê de dûpişk û mar ji kunên xwe derketin.
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di Hezîranê de li gundewarên cuda yên herêma Firatê dûpişkan bi 67 kesî veda û maran bi 4 kesan veda.
Li gorî desteyê, birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr, lê heta niha tu rewşên wefatê nehatine qeydkirin.
Her sal di navbera Hezîran û Tîrmehê de li tevahî herêmên Sûriyeyê ji ber bilindbûna pileyên germahiyê, bi taybet li herêmên bakur û rojhilat dûpişk û mar zêde dibin.
(fr)
ANHA