​​​​​​​HPG'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin

HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne, eşkere kirin. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir “Hevrêyên me Zana û Berxwedan û milîtanê fedaî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kir.”

​​​​​​​HPG'ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kirin
3 tîrmeh 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayan a li Zapê şehîd bûne, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Hezîrana 2023'an de me ragihandibû ku artêşa Tirk a dagirker 22'yê Hezîranê ji Qadên Berxwedanê yên Kokerê û Şikefta Birîndara yên Zapê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Di vê operasyonê de 22'ê Hezîranê di bombardûmanê de hevrêyê me Zagros Serêkaniyê, 23'ê Hezîranê jî hevrêyên me Zana û Berxwedan ên ku derbên giran li dagirkeran xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin, di encama bombardûmanê de şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku herêma Zapê seranserê kirine qada berxwedanê û derbên giran li siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a mêtinger dixin, careke din nîşan dan ku bi dayina her cûre berdêlan bi israr in ku hebûna gelê me biparêzin û welatekî azad biafirînin. Hevrêyên me Zana û Berxwedan û milîtanê fedaî yê gelê Ereb hevrêyê me Zagros di vê pêvajoya berxwedanê ya dîrokî de bi fedakarî û kedeke bêhempa pêşengî kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

ZANA GOVEND

Hevrêyê me Zana weke ferdekî ji malbateke bi eslê xwe ji Kerboran a MêrdîNê li Nisêbînê ji dayik bû. Ji ber karaktera welatparêziyê ya malbatê û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna me ya azadiyê hevrêyê me Zana jî hîn biçûkanî PKK nas kir. Asta naskirina partiyê heta ciwantiye bi rengê bihîstin û nav bû, lê belê dîlgirtina Rêberê me ya di sala 1999'an de bandoreke mezin li hevrêyê me Zana kir. Nerazîbûna gelê me ya li dijî dîlgirtina Rêberê me, çalakî û xeleka ji agir a li dora Rêberê me li dilê zarokatî yê hevrêyê me Zana neqişî û dilsoziya gelê me ya bi Rêber Apo re timî hevrêyê me motîve kir.

Ji ber ku li cihekî welê yê weke Nisêbînê mezin bû ku têkoşîna me lê bi bandor e, ruhê azadiyê yê partiya me PKK'ê dît, fêhm kir û di heman demê de şahidî ji êrîşên dijmin re jî kir. Lewma hevrêyê me Zana weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet ji bo bersivê bide êrîşên dijmin û ruhê azadiyê di kesayetiya xwe de biafirîne tevlî nava kar bû. Hevrêyê me Zana xwe gihand ciwanan ku bajarên Kurdistanê li dagirkeran asê kirin, li dijî her kiryarên li derveyî exlaqê yên şerê taybet ên dijmin di cih de bersiv dan û wezîfeyên şoreşgerî û welatparêziyê bi cih anîn. Bi rengekî çalak beşdarî nava karên ciwanan bû. Nêzî salekê di nava vî karî de ma, di vê demê de rastiya têkoşînê hîn baştir fêhm kir, baweriya xwe bi wê yekê anî ku azadiya gelê me tenê bi têkoşîneke hîn radîkal dikare pêk were. Hevrêyê me Zana ku ciwanekî samîmî û durust bû, di heman demê de bû şoreşgerek ku fikra xwe xist meriyetê. Li ser vê bingehê bi biryardariyeke ku giraniya xwe hestewarî bû di sala 2010'an de tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Zana li nava refên gerîla perwerdeya xwe ya destpêkê li Metînayê wergirt, di dawiya vê perwerdeya demdirêj de li heman qadê tevlî kar bû. Hevrêyê me li qada Serê Metînayê dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê kir, bi tevlîbûneke bi fedakarî û kedê tevî ku nû bû, xwe ji temamiya jiyanê û karên partiyê berpirsyar dît, kêmasî dianî ziman, di cih de dest li meylên li derveyî partiyê werda û bi pêşniyarên xwe rêyên çareseriyê peyda dikir. Lewma jî di demeke kurt de bi mîsyona pêşengiyê rabû, bû namzetekî milîtan ê xwedî paşeroj.

Piştî pratîka serketî ya li vê derê tevlî karên navendî bû, bi taybetî cihê xwe di nava gelek karî de girt ku bawerî û dilsoziyeke mezin jê re diviyabû. Bi vî rengî jî baweriya hevrêyan a pê re pêk anî. Di vî karî de jî pratîkeke serketî meşand, her roj xwe hîn bêhtir bi pêş ve bir û ji bo berpirsyarî û wezîfeyên nû hilgire ser milê xwe xwe amade kir. Hevrê Zana piştre tevlî karên Biryargeha Navendî bû, piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê me kir, derbasî qadên berxwedanê bû û tevî gelê me li dijî êrîşên çeteyan şer kir. Bi saya rêbaza xwe ya kar a rêxistinî û hestiyariyeke bilind, pêşî li gelek êrîşên çeteyan girt û nehişt ku komkujî bi serê gelê me de bê, lewma bû milîtanek ku ji aliyê gelê me û hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Bi qîmet û hurmeta ku dida hevrêyên xwe, bi nêzîkatiya xwe ya ku timî dixwest wan bi pêş ve bibe û samîmiyeta xwe, bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir û bû milîtanekî Apoyî ku hevrêyên wî timî dixwestin bi wî re kar bikin. Bi dilsoziya xwe ya bêdawî ya bi gelê me re, bi tevlîbûna xwe ya bêteredût a li felsefeya Rêber Apo, her tim li qadên herî zehmet ên têkoşînê cih girt, ji bo têkoşîna xwe bi ser bixîne jî bêrawestan kar kir, kedeke mezin da. Xwe di her kêliyê de nû kir û berê xwe da serketina wezîfeyên demê. Ji bilî serketinê rêyeke din qebûl nekir.

Piştî ku êrîşên çeteyan ên li ser gelê me hinekî kêm bûn, bi serbilindahiya ku wezîfeya xwe bi ser ketî bi cih anî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi coş û kelecaneke mezin xwe gihand çiyê ku salên dûr û dirêj jê dûr bû. Hevrêyê me Zana careke din tevlî karên krîtîk ên rêxistina me bû. Di vî karî de ku bi asta berpirsyariyê de tevlî bû, bi tecrûbe û agahiyên xwe pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, ji bo karê dike bi ser bikeve hewldaneke awarte kir. Zor û zehmetiyên di vî karî de bi saya dilsoziya xwe ya bêdawî ya bi Rêber Apo û rastiya şehîdan re ji holê rakir, pêwîstiyên pêvajoya dîrokî ya ku weke gel û tevger em di nav de ne, ji bo bêkêmasî bi cih bîne xwe kûr kir.

Li herêma Zapê zêdebûna êrîşên dijmin, şehadeta gelek hevrêyên me ya bi lehengî mîna li hemû hevrêyan bandor kir, li hevrêyê me Zana jî bandoreke mezin kir. Ji ber vê jî xwest ku ew bi xwe jî derbasî herêma Zapê bibe, di vê pêvajoya dîrokî de weke milîtanekî Apoyî erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di encama israra zêde de hevrêyê me Zana derbasî herêma Zapê bû û li vê derê di asta fermandariya herêmê de wezîfe kir, ji bo berxwedana li dijî dagirkeriyê bigihêje asteke bilind kete nava lêgerîn û kûrbûnê. Her kêliya xwe bi kûrbûna li ser lêdana derbên giran a li dijmin derbas kir û li herêma Zapê gelek çalakî amade kir. Li dijî êrîşa dijmin a 22-23'ê Hezîranê ku li qadên Şikefta Birîndara û Kokerê meşand, hevrêyê me Zana bi rengekî fedaî şer kir, heta dawiyê li ber xwe da û xeta Rêber Apo û şehîdan temsîl kir.

BERXWEDAN GABAR

Herêma Botanê ku weke dilê Kurdistanê tê naskirin, hem ji aliyê cografî hem jî ji aliyê dilsoziya xelkê wê yê welatparêz a bi nirxên azadiyê ve di dîroka gelê me de xwedî cihekî girîng e. Ji ber ku li navenda welatê me ye, ku ji aliyê dagirkeran ve bi çar parçeyan hatiye parçekirin û sînorên çêkirî li nav hatine danîn, ev her çar parçe bi hev ve girêdaye. Her wiha xelkê me yê Botanê bi welatparêziya xwe ya kûr têkoşerên azadiyê hembêz kir û wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî. Xelkê me yê Botanê li dijî her cûre êrîşên dijmin çand, ziman, hebûna xwe ya fîzîkî bi rengê eşîrî parast, bi destpêkirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re forma eşîrtiyê ji nava xwe derbas kir û xwe gihand asta netewebûnê. Eşîrên li Botanê bi her awayî baweriya xwe bi tevgera berxwedanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê anîn, ewladên xwe yên herî leheng û wêrek tevlî nava refên azadiyê kir. Yek ji wan eşîrên hêja yên Botanê eşîra Botî jî ji destpêkirina têkoşîna me ve bi partiya me re tevgeriya, li dijî êrîşên dijmin hemûyan tawîz ji welatparêziyê neda û di jiyana azad de israr kir.

Hevrêyê me Berxwedan jî li Şirnexê li nava vê eşîra hêja li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat, eşîr û derdora wî, her wiha jib er dilsoziya bi nirxên xwe, hevrêyê me Berxwedan jî bi çanda Botanê ya qedîm û nirxên azadiyê yên partiya me PKK'ê mezin bû. Ji malbata xwe û derdora xwe bi guhdarîkirina li destanên lehengiyê yên gerîla ku ji bo azadiya gelê me têkoşîna azadiyê dimeşînin mezin bû. Lewma jî bi ciwantiyê re bêteredût tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me Berxwedan diyar kir ku sedema tevlîbûna wî ya li nava refên têkoşînê ew bû ku dixwest bersivê bide zextên giran ên dijmin ên li ser gelê me û Rêberê me. Di heman demê de baweriya xwe bi wê yekê anî bû ku yekane hêza gelê me azad bike PKK ye. Hevrêyê me Berxwedan ragihand ku PKK bi têkoşîna xwe, bi berdêlên ku dide ispat kiriye ku ji bo azadiya gelê me ye, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet û welatparêz xwest ku li nava refên PKK'ê têbikoşe. Lê belê piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û xelkê me yê Êzidî yê li Şengalê kir û komkujî kir, hevrêyê me Berxwedan berê xwe da Rojava û Şengalê.

Mîna bi sedan ciwanên Kurd ên bi rûmet ji bo parastina gelê me, hevrêyê me Berxwedan di sala 2015'an de derbasî herêma Rojava bû, li wê derê tevlî perwerdeya destpêkê bû û cihê xwe li nava refên berxwedanê girt. Tevî ku ji aliyê leşkerî ve tecrûbeyeke xwe ya têrker nebû jî bi îrade û biryardariyeke mezin beşdarî nava çeperên berxwedanê bû, hîn di destpêka têkoşîna xwe de bi wêrekî bal kişand ser xwe. Di demên herî giran ên êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê de bi fedakarî û kedeke mezin gelê me parast, piştre jî ji bo rizgarkirina Şegnalê ji bo tevlî pêngavên rizgarkirinê bibe berê xwe da Şengalê. Hevrêyê me Berxwedan ji xwe re kir armanca esasî ku Şengalê rizgar bike, tola jin û zarokên Êzidî hilîne ku mîna koleyan hatin firotin û qetilkirin. Hevrêyê me Berxwedan li Şengalê tevlî gelek çalakiyan bû û cihê xwe di nava pêngava şoreşgerî de girt. Piştî ku di sala 2017'an de çeteyên DAÎŞ'ê bi temamî hate têkbirin û tola xelkê me hate hilanîn, hevrêyê me Berxwedan ku bi biryar bû têkoşîna xwe ya li dijî çeteyan dewam bike, vê carê derbasî qada Rojava bû. Li vê derê jî beşdarî pêngavên ji bo tunekirina bermahiyên çeteyan bû û hewl da bi vî rengî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me Berxwedan bêteredût, bi fedakarî û wêrekî tevlî pêvajoya şer a çar salan bû, ji aliyê leşkerî ve serketinên mezin afirand. Hevrêyê me ku di gelek pêngavan de pratîkeke serketî nîşan da, ji ber van serketinên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate xelatkirin û ji bo têkoşîna xwe hîn mezintir bike hate teşwîqkirin.

Ji sala 2018'an û pê ve vê carê dewleta Tirk bi rengekî eşkere êrîş bir ser her deverên ji destketiyên xelkê me, bi taybetî jî Rojava. Ev yek ji bo hevrêyê me Berxwedan bû hinceta mezinkirina têkoşînê. Li gel vê yekê baweriya xwe bi wê anî ku dikare vê armanca xwe li nava refên gerîla pêk bîne, ku xewn û xeyala wî ya zarokatiyê bû, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me baş zanîbû ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a mêtinger divê bi profesyonelî be, ji bo vê jî xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve perwerde kir, bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Berxwedan di pêvajoya perwerdeyê ya du salan de hem hîn bû hem jî hîn kir. Bi kûrbûna xwe ya xurt re xwe ji bo şerekî giran amade kir. Bi taybetî ji bo taktîkên dema nû ya gerîla bi hostatî pêk bîne, xwe kûr kir. Pitşî ku dewleta Tirk a mêtinger ji sala 2011'an û pê ve li ser qadên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, hevrêyê me Berxwedan derbasî qada Zapê bû, pratîka xwe ya destpêkê ya li nava gerîla jî li vê qadê kir. Hevrêyê me Berxwedan li gelek qadên berxwedanê yên Zapê cih girt, ji tunelên şer heta bi tîmên gerîla yên bi tevger bi gelek taktîkan bersiv da êrîşên dijmin. Li her bihosta Zapê ku îradeya Apoyî di asta herî bilind de lê hate nîşandan û li dijî dijmin berxwedana destanî hate kirin, di sala 2022'an de jî berxwedaneke bênavber meşand, şahidî ji şehadeta gelek hevrêyên xwe re kir, her şehadet ji bo xwe kir hinceta têkoşîneke hîn mezin. Hevrêyê me Berxwedan zanîbû ku tenê bi têkoşîneke xurt dikare hêjayî Rêberê me, hevrêyên şehîd û gelê me bibe, bi vê têgihiştinê bi ruhê êrîşê yê bilind tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêyên me li herêma Zapê ku dijimin dixwest di nava çend mehan de dagir bike, bi berxwedana dîrokî planên dijmin têk birin, berxwedana xwe di sala 2023'an de jî bênavber dewam kirin. Li gel êrîşên giran ên dijmin jî hevrêyên me di berxwedanê de israr kirin û hevrê Berxwedan jî pêşengî kir. Bi taybetî di çalakkirina tîmên gerîla yên bi tevger de, her wiha di lêdana derbên giran a li dijmin de, bû xwedî kedeke mezin.

Di operasyona dijmin de ya 22-23'ê Hezîrana 2023'an a li qadên Kokerê û Şikefta Birîndara, hevrêyê me Berxwedan derbên xurt li dijmin xist. Hevrê Berxwedan heta nefesa xwe ya dawî nirxên azadiyê, dilsoziya bi Rêber Apo re parast û tevlî nava karwanê şehîdan bû.

ZAGROS SERÊKANIYÊ

Hevrêyê me Zagros li bajarê qedîm ê Rojavayê Kurdistanê li Serêkaniyê ji dayik bû ku malovanî ji gelek çandan û jiyana bi pêşengiya jinê re kiriye. Hevrêyê me Zagros ku ewladekî hêja yê gelê Ereb bû, ji dema destpêkê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava û pê ve tevgera me ya azadiyê nas kir. Malbata hevrêyê me Zagros zû pê hesiya ku çete hewl didin li Rojava gelan berde hev û bike dijminê hev, lewma bi gelê Kurd û gelên din re li dijî çeteyan têkoşiya. Ji bo vê jî hîn di dema destpêkê ya Şoreşa Azadiyê ya Rojava de gelek tevlîbûn li nava refên berxwedanê kir.

Yek ji van şervanên hêja jî hevrêyê me Zagros bû ku cara destpêkê dema ku çeteyên El Nûsra êrîşî Serêkaniyê kir, rastiya têkoşînê nas kir. Piştre jî dema ku çeteyên DAÎŞ'ê dest bi komkujiyan kir li ser gelên me, hingî xwest têkoşîna xwe bi rengekî hîn çalak dewam bike û tevlî nava yekîneyên berxwedanê bû. Ji sala 2015'an û pê ve jî biryar da ku bibe şoreşgerekî profesyonel û li ku pêwîstî hebû, li wir kar kir. Hevrêyê me Zagros di nava refên têkoşînê de gelek şoreşgerên ji gel û welatên cuda nas kir, di demeke kur de fêhm kir ku hêza van şoreşgeran dikişîne Rojava, rastiya Rêber Apo ye. Lewma jî biryar da ku di rastiya Rêbertî de xwe kûr bike û hêviya azadiyê ya gelan û tevahiya mirovahiyê ye. Hevrêyê me Zagros her ku Rêberê me nas kir hîn bêhtir pê ve hate girêdan, xwest ku hêjayî keda bi salan a Rêberê me ya li ser Rojava û Sûriyeyê be. Ji bo vê jî zanîbû ku divê têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bike û bi rengekî hîn çalak tevlî şerê li dijî çeteyan bû. Hevrêyê me Zagros beşdarî gelek çalakî û pêngavên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê bû, bi wêrekî û tevlîbûna xwe ya bêdudilî di demeke kurt de bû milîtanekî pêşeng. Di sala 2018'an de beşdarî pêngava rizgarkirina Reqayê bû û di vî şerî de ku derba herî giran a dîrokê li çeteyên DAÎŞ'ê hate xistin, bi beşdariya xwe ya bi çalak li dijî vî dijminê gelê Ereb û gelan hemûyan têkoşîneke bêhempa meşand. Tevî ku di vê pêvajoya têkoşîna dîrokî de gelek caran bi giranî birîndar bû, di demeke kurt de xwe komî ser hev û cihê xwe li nava çeperên berxwedanê girt. Di sala 2019'an de li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku warê gelan û çandên cuda bû, hevrêyê me Zagros parastina gelê me kir, tevlî gelek astên şerê giran bû û hewl da wezîfeyên xwe bi cih bîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî komkujî kir û Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, hevrêyê me Zagosr gelekî bi hêrs bû. Ji bo xwe kir pîvanek ku hesabê van komkujiyên li gelê me hatine kirin bipirse û baweriya xwe pê anî ku ev yek jî herî zêde li çiyayên Kurdistanê li nava refên PKK'ê dibe. Lewma jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku timî meraq dikir.

Hevrêyê me Zagros dema ku xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê bû heyranê xwezaya bêhempa ya çiyayên Kurdistanê ku yek ji qadên destpêkê yên civakîbûna mirovahiyê ye. Bi kelecan û coşeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû. Bi saya vê tevlîbûna xwe ya bi daxwaz di demeke kurt de li ser jiyana gerîla û çiyê serwer bû, bi perwerdeyan jî bû gerîlayekî şareza. Lê belê ti carî dest ji daxwaza xwe ya hînbûnê berneda, timî xwest tiştên nû hîn bibe û xwe bi pêş ve bibe. Ji ber hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dixwest tevlî şerê giran bibe, ji bo taktîkên gerîla jî bi rengekî şareza pêk bîne xwe kûr kir. Di sala 2022'an de ku êrîşên dijmin ên il ser Zap, Avaşîn û Metînayê giran bû, hevrêyê me derbasî Zapê bû û beşdarî berxwedana dîrokî ya li vê derê bû. Dawiya dawî ew derfet bi dest xist ku tola gelê me ji dewleta Tirk hilîne û bi biryardarî û îdîayeke mezin beşdarî çeperên berxwedanê bû. Li gelek qadeên herêma Zapê li nava tîmên gerîla yên bi tevger û tunelên berxwedanê li dijî dijmin pêşengî ji berxwedanê re kir, wêrekî û taktîkên gerîla bi rengekî hosta xiste meriyetê û bû milîtanekî pêşeng. Li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyan bû û hêrsa xwe ya salan veguherand çalakiyê. Bi van taybetmendiyên xwe hem pêşengî ji hevrêyên xwe re kir, hem jî rê û rêbaza têkoşîna bi bandor a li dijî dijmin nîşanî ciwanan, şoreşgeran da.

Hevrêyê me Zagros di 22'ê Hezîranê de li qadên Kokerê û Şikefta Birîndara bi xurtî bersiv da operasyona dijmin. Di êrîşa dijmin de şehîd bû û heta nefesa xwe ya dawiyê xeta şehîdan û Rêbertî temsîl kir.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Zana Govend
Nav û paşnav: Zafer Akgun
Cihê jidayikbûNê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Behiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 23 Hezîran 2023, Zap

Nasnav: Berxwedan Gabar
Nav û paşnav: Salîh Dayan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mevlude-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 23 Hezîran 2023, Zap

Nasnav: Zagros Serêkaniyê
Nav û paşnav: Cîhad Xalid Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê
Dayik-Bav: Tayha-Xalid
Dem û cihê şehadetê: 22 Hezîran 2023, Zap