Îsraîlê derdora Humsê bombebaran kirin

Medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku Îsraîlê bajarê Humsê bombebaran kiriye.

Îsraîlê derdora Humsê bombebaran kirin
2 tîrmeh, 2023   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî leşkerî dane medyaya hikumeta Şamê "Saet derdora 00:20'an Îsraîlê ji aliyê bakurê rojhilatê Beyrûtê ve êrişên hewayî li dijî hin nuqteyên li derdora bajarê Humsê pêk anîn. Pergala me ya parastina hewayî bersiva moşekên dijmin da û ziyanên madî tenê çêbûn."

Artêşa hikumeta Şamê li ser êrişê daxuyanî da û ragihand ku moşekan hinek nuqteyên li derdora bajarê Humsê kirine hedef.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichai Adraee jî daxuyand ku balafirên şer ên Îsraîlê betariyên parastina hewayî yên Sûriyeyê kirin hedef. Her wiha got ji wan betariyan moşekên li dijî balafiran ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê ragihandibû ku moşekên ku ji Sûriyeyê hatine avêtin, li hewa teqiyan.

Li gorî nûçeya SOHR’ê, Îsraîlê deverên nû yên Sûriyeyê bombebaran kir û derdora bakurê rojhilatê Humsê kir hedef.

SOHR’ê ragihand ku dibe cihê hatibe hedefkirin depoya çekan a komên alîgirên Îranê be û da zanîn ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiva êrişê da û ambulansan berê xwe da cihê bûyerê.

(bb)