Koçberên Serêkaniyê banga eşkerekirina çarenûsa windahiyên li ba dewleta Tirk kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê biryara Lijneya Giştî ya NY`yê ya avakirina “komîteyeke serbixwe” ji bo eşkerekirina windahiyan li Sûriyeyê, bi erênî nirxand. Komîteyê bang li Meclisa Ewlehiyê kir ku dagirkeriya Tirk ji Sûriyeyê derxe.

Koçberên Serêkaniyê banga eşkerekirina çarenûsa windahiyên li ba dewleta Tirk kir
1 tîrmeh, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêncşemê (29`ê Hezîranê) biryar da ku ji bo eşkerekirina çarenûsa bi hezaran windahiyan li Sûriyeyê dê “komîteyeke serbixwe” ava bike.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê ev biryara Lijneyê, bi erênî nirxand.

Di daxuyaniyê de komîteyê got: “Em biryara NY`yê ya ku pir dereng ma, bi erênî dinirxînin. Ev biryar ji bo eşkerekirina çarenûsa bi hezaran windahiyên li Sûriyeyê û bi sedan sivîlan e ku di destwerdana Tirkiye û dûre di encama operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk de bi tevlêbûna rêxistinên terorîst li gelek herêmên Sûriyeyê di nav de Serêkaniyê û Girê Spî hene, winda bûn. Her wiha kesên di bin terora rêxistina DAIŞ`ê de winda bûn ku hovantirîn sûc li dijî sivîlan li Sûriye bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet pêk anîn.

Em bang li Lijneyê dikin ku ji bêdengiya xwe derkeve ya ku bi qasî salên aloziyê dirêj kir. Bi cidî û bêalî, bi vê dosyaya mirovî re mijul bibe û ji siyasetkirina wê dûr keve mîna ku berê dikir. Fişarê li dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê yên ewlehiyê û leşkerî bike ji bo ku çarenûsa windahiyan û girtiyên li cem wê, eşkere bike. Rê li pêşiya saziya avabûyî vebe da ku çarenûsa wan û tawanên li dijî wan nas bike.

Em bang li Lijneyê û Meclisa Ewlehiyê dikin ku xwedî li vê biryarekê têkildarî çarenûsa welatiyên sûriyeyî derkevin, ku bêtir curet e û girîngtir e, teqezî bi vekişandina Tirkiye û rêxistinên wê yên terorîst ji Sûriyeyê dike. Ji bo ku bilez çareseriyek ji aloziya li welêt re bê dîtin, biryarên NY`yê yên têkildar pêk werin û vegera ewle ya penaberan, hêsan bibe.”

(şx)