​​​​​​​NY: Di dema Talîbanê de zêdetirî hezar sivîl hatine kuştin

Şandeya Alîkariyê ya NY`yê ya li Efganistanê bi raporekê eşkere kir ku ji dema Talîban hatiye ser desthilatê, zêdetirî hezar sivîl hatine kuştin.

​​​​​​​NY: Di dema Talîbanê de zêdetirî hezar sivîl hatine kuştin
27 hezîran, 2023   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî mijarê îro raporek weşand.

Di raporê de hat eşkerekirin ku di navbera 15`ê Tebaxa 2021`an û Gulana 2023`yan de li Efganistanê hezar û 95 sivîl hatine kuştin, 2 hezar û 679 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî raporê, piraniya mirinan anku zêdetirî 700 kesî di encama mayîn, teqînên xwekuj ên li cihên giştî mîna mizgeft, navendên perwerdeyê û sûkan pêk hatine.

Şandeyê di rapora xwe de DAIŞ wek berpirsê piraniya êrişan destnîşan kir û diyar kir ku ruxmî kêmbûna bûyerên tundiyê jî êrişên xwîndar zêde bûne.

Li gorî rapora şandeyê, ji ber êrişên ku çeteyên DAIŞ`ê girtine ser xwe, zêdetirî hezar û 700 kes hatine kuştin û birîndar bûne.

(c)