​​​​​​​‘Îdiayên Moskov, Enqere û Şamê ne rast in’

Ciwanan got îdiayên Rûsyayê û encamnameya Astanayê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cudabûnê tawanbar dikin, ne rast in.

​​​​​​​‘Îdiayên Moskov, Enqere û Şamê ne rast in’
27 hezîran, 2023   04:45
REQA-MIHEMED XELÎL

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov beriya civîna Astanayê ya 20'ê Hezîranê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser bi cudakariyê tawanbar kir. Di encamnameya civînê de ev tawan careke din dubare bûn.

/kr/uploads/files/2023/06/26/192351_.webp

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê-Şaxê Minbicê Ehmed El Cemîlî li ser van tawanan got: "Her çar dewletan bi mijara dosyaya Sûriyeyê civiyan. Piştî civîn bi dawî bû Rûsya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tawanbar kir ku dixwaze ji Sûriyeyê qut bibe. Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîmehê ve Rêveberiya Xweser roleke mezin di xurtkirina birataiya gelan a di navbera tevahî pêkhateyên herêmê de list û bêyî cûdabûna olî, an etnîkî yan jî taîfî her kesekî rola xwe di vê Rêveberiya Xweser de dilîze."

El Cemîlî diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji dema ku ava bûye her tim berê xwe dide çareseriyên aştiye, yekkirina gelê Sûriyeyê û bidawîkirina aloziyê. Her wiha anî ziman ku hemû nîqaşên Rêveberiya Xweser li ser esasê Sûriya ya yekbûyî ya demokratîk, avakirina civaka dirust û mîsogerkirina mafên tevahî pêkhate û olan e.

/kr/uploads/files/2023/06/26/192404_-.webp

Rêveberê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Emar Esaf tawanên wezîrê karên derve yê Rûsyayê derewandin û wiha pê de çû: "Ev tawan ji rastiyê dûr in. Karê ku em dikin berovajî an îdiayan e. Em biratiya gelan di bin yek sîwan de an ku di bin sîwanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurt dikin."

Emar Esaf destnîşan kir ku gelê Sûriye gelekî aştîxwaze û ji bo pêkanîna ewlehî û istiqrarê û avakirina civakeke azad di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ku tevahî pêkhateyan di nav de hembêz bike, tê dikoşe.

(bb)

ANHA