Xelkê Şamê nikare pêdiviyên cejnê bikire

Şêniyên herêmên hikumeta Şamê nikarin pêdiviyên cejnê bikirin, ji lew re tevgera li sûkan rawestiyaye. Her wiha buhayên cil û berg û goşt pir bilind in. Hikumeta Şamê ji bo kontrolkirina buhayan destwerdanê nake.

Xelkê Şamê nikare pêdiviyên cejnê bikire
27 hezîran 2023   05:53
ŞAM

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re welatiyên Sûriyeyê ji ber bihabûnê nikarin amadekariyên cejnê bikin. Kîloyê qehweyê di navbera 90 û 155 hezar lîreyên Sûriyeyê de ye anku bi qasî mûçeya karmendekî ye. Buhayê şalê zarokan jî bi 60 hezarî ye, kirasyên zarokên keç jî digihîje 250 hezarî. Şalê jinan jî bi 90 hezarî ne.

L.M. ku jineke ji Şamê ye dibêje: “Cejn bûye xem ji bo welatiyên Sûriyeyê. Lêçûnên cejnê zêde ne, siyasetên hikumetê jî neheq in. Ez cilên cejnê ji xwe re nakirim. Ji bo zarokên xwe jî mi cilên bale (yên berê hatine bikaranîn) kirîne. Ez girîngiyê didim pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna xwarin, vexwarin û çûn û hatinê. Hêviya min di vê cejnê de ew e ku aramî li Sûriyeyê pêk were, buhayê tiştan dakeve.” L.M bi henekî hêviyek din parve kir û got: “Dixwazim kirasekî nehatî bikarnaîn bikirim.”

Xwediyekî dikana goşt ê li gundewarê Şamê jî der barê kirîna qurbanên cejnê de wiha axivî: “Min texmîn dikir ku qurban zêde werin kirîn. Lê li gorî salên berê kirîn kêm e. Buhayê berxikê herî biçûk anku yê 40 kîlo 2 milyon lîreyên sûriyeyê ye. Yanî her kîloyek goşt bi 50 hezar lîreyê ye. Buhayê ga jî digihêje 35 milyon e. Pereyên xelkê tine ne ku nan bikirin, dê çawa qurbanan bikirin. Kesên hale wan xwe rêjeya wan ji sedî 5 derbas nake. Ew beş qurbanan dikirin û li beşên din ên civakê belav dikin. Yan jî hikumet ji ber gunehên ku kirine, biryarên xwe û bihabûnê qurbanan belav dike. Bihabûn ji bo buhayê şêraniyan jî derbasdar e.”

Xwediyê dikaneke şêraniyan jî got: “Kirîn pir kêm e. Em dikin dikanê bigirin. Buhayê madeyan jî pir biha ye. Em nikarin bifiroşin û zirarê bibînin. Her wiha ard jî kêm e. eger ev pîşe ne ya pêşiyên min bûya, min ê ji mêj de dev jê berdaba. Hêvîdar im ku rewş di havînê de baş bibe û penaber vegerin. Hêviya min a vê cejnê ew e ku ewlehî û aramî li Sûriyeyê veger û rewşa aborî li welat baş bibe.”

(c)

ANHA