​​​​​​​Şerê Sûdanê didome: Nêzî 3 hezar kes hatine kuştin

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de bi taybet li bajarên Darfor û Xertûmê didome. Heta niha bîlançoya kuştiyan gihaştiye 2 hezar û 800 kesî. 2 milyon û nîv kes jî koçber bûne.

​​​​​​​Şerê Sûdanê didome: Nêzî 3 hezar kes hatine kuştin
26 hezîran, 2023   13:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de berfireh dibe. Şer li bajarê Darfor ê rojavayê welêt dewam dike. Li bajarê Niyale jî ku koçberî lê heye, di encama topbarana her du aliyan de wekî bîlançoya destpêkê herî kêm 12 kes hatin kuştin.

Li gorî daneyên NY`yê, ji dema destpêkirina şer li Sûdanê di 15`ê Nîsanê de û heta niha, 2 hezar û 800 kes hatine kuştin. Her wiha 2 milyon û nîv welatiyên Sûdanê koçberî herêmên din an dewletên cîran bûne.

Li gorî NY`yê, tenê li bajarê Cinêne hezar û 100 kes hatine kuştin û binpêkirinên ku dikevin asta “sûcên li  dijî mirovahiyê” pêk hatine.

Li aliyê din ê sînor, sûdaniyên koçber bûne di nava şert û mercên giran de dijîn.

Bi giştî 2,2 milyon kes li hundirê Sûdanê koçber bûne. Nîv milyon kes jî koçberî dewletên cîran bûye.

(c)