Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin

Li Hesekê ji bo gerîlayên HPG'ê Leyman Hesen (Dîdar Tolhildan) û Ehmet Ednan (Reşîd Arîn) yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn, merasîmek hat lidarxistin.

Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin
Ji bo şehîd Dîdar Tolhildan û Reşîd Arîn merasîmek hat lidarxistin
26 hezîran, 2023   12:55
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlayên HPG'ê Leyman Hesen (Dîdar Tolhildan) û Ehmet Ednan (Reşîd Arîn) yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbûn merasîmê bîranîna li taxa Salihiyê ya bajar li dar xist. Endamên saziyên sivîl û yên leşkerî di nav de, bi dehan şênî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Rojda Ehmed bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevkariya hêzên PDK'ê di van êrişan de got: "Her çiqasî êrişên xwe li ser hêzên me yên li çiyayên Kurdistanê zêde bikin wê bi ser nekevin. Em ê heta serkeftinê li hemberî dijmin li ber xwe bidin."

Bi navê hêzên leşkerî yên Hesekê ji fermandara YPJ'ê Stêrk Dêrik axivî û diyar kir ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin heta xeylên wan bi cih werin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Di dawiya merasîmê wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dîdar Tolhildan

Nav û paşnav: Leyman Hesen

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Nûra-Berzan

Dem û cihê şehadetê: Gulana 2022, Zap

***

Nasnav: Reşît Arîn

Nav û paşnav: Ahmet Adnan

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Navê dê û bav: Bedriye - Adnan

Dîrok û cihê şehadetê: Hezîrana 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

(bb)

ANHA